Başaran bersiva Bahçelî da: Em hemû Denîz Poyraz in

  • jin
  • 14:52 23 Hezîran 2021
  • |
img
ÎZMÎR - Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran, bersiv da Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yê gotibû Denîz Poyraz “terorîste” û got: “Em hemû Denîz Poyraz in. Em in ên ku ji ber polîtîkayên bişavtin û sûc ji axa gundên xwe hatin derxistin û hatin metropolên bi hezaran metre dûrî me.”
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana serxweşiya malbata Denîz Poyraz a di êrişî li dijî Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê de hat qetlkirin, kir. Serdana li Nûnertiya Çîmentepe ya HDP’ê pêk hat.  Endamên Koordînasyona Jinan a partiyê û aktîvîstên TJA’yê di serdanê de cih girtin. Jinan piştî serdanê, li ber avahiyê daxuyanî da çapemeniyê. Jinan ewil ji bo Poyraz deqeyek rêz girtin û dirûşma “Denîz Poyraz rûmeta me ye” berz kirin.
 
Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, diyar kir ku ev êriş ne tenê li dijî Denîz Pouyraze û wiha got: “Ev êriş li dijî gelê Kurd, jinên Kurd û têkoşîna yekbûyî ya gelên Tirkiyeyê ye. Em kujeran nas dikin. Ji xwe, ew bi xweşe xwe aşkere dikin.”
 
‘DENÎZ BOYRAZ EM IN’
 
Dûre Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran axivî û jinên di têkoşîna azadiya jinan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.
 
Başaran, carek din sersaxî ji malbata Poyraz re xwest û wiha got: “Berî her tiştî serê gelê me saxbe. Ez di wê baweriyê de me ku ala têkoşîna rêhevala me Denîz wê tu carî nekeve erdê. Em ji Kadîfekaleyê, bang li kesên pirsa Denîz kiye? dikin. EEm hemû Denîz Poyraz in. Em hemû ji ber polîtîkayên bişavtin û sûc ji axa gundên xwe hatin derxistin û hatin metropolên bi hezaran metre dûrî me. Denîz Poyraz xizma mirovên ku di korîdorên tarî yên salên 90’î hatine qetilkirin de ye. Poyraz dengên Mirovnên Dayikên Şemiyê ye. Banga Dayikên Aştiyê ye. Dengê girtiyên 209 rojin li dijî tecrîdê li ber xwe didine. Dengê Leyla Guven û Ayşe Gokhane.”
 
‘DIJMINANTIYA KURDAN’
 
Başaran, da zanîn ku dijminantiya Kurdan a tifaqa AKP-MHP’ê mîna betonê ye û wiha bilêv kir: “Li welat, kesên li dijî tetîkêşiyê, di hedefa tifaqa AKP û MHP’ê de ne. Di encama dijminantî, kîn û nefreta vê tifaqê de, li avahiya rêxistina me ya Îzmîrê komkujiyek pêk hat. Bi rojan e me îşaret bi van kiryaran dikir. Bi israr me got ku em bersûc yek bi tenê nîne. Kujer jî got li pişt wî kesek tuneye. Miduriyeta Polîsan jî tavilê gotibû ev buyerek ‘takekesiye.’ Berî ku 24 saet derbas bibin ev kujer hat girtin. Bi zanebûn têkiliyên Onûr Gencer nehatin lêkolîn kirin. Ji ber ku Navenda Giştî ya MHP û Qesrê wê xwe daban nîşandan. Rewş wisan bû jî. Li vî welatî tifaqa AKP-MHP'ê ye heye ku yekperest e û êrişî yê li hemberî xwe dike. Di encama polîtîkaya dijminîkirinê de ya vê tifaqê, avêtin ser avahiya partiya me ya Îzmîrê û komkujî kirin.”
 
Başaran got, "Ji wan heye ku bi êrişan dikarin têkoşîna me ya rêxistinbûyî ji hev belav bikin. Lê belê divê her kes zanibe; Em ê xeyalên Denîz pêk bînin û paşerojeke ronî ava bikin."
 
Başaran  da zanîn ku wan gelek caran gotin û ji vir cardin dibêjin: "Dema ku jin li hev kom bûn, wê bi têkoşîna hevpar paşeroja ronahiyê ava bikin."
 
FEHÎME POYRAZ: DENÎZ A GELÊ KURD E
 
Dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz jî, wiha got: "Denîz ne tenê Denîza min e. Denîz Denîza gelê Kurd e. Denîz diherike, Denîz ronahî ye. Hêvîdarim ev rêveçûn wê bibe wesîleya aştiyê."