EŞÎK'Ê bang li Şûreya Dewletê kir

  • jin
  • 15:25 23 Hezîran 2021
  • |
img
STENBOL - Li dijî biryara vekişindina ji Peymana Stenbolê wê EŞîK sibê li ber avahiya Şûreya Dewletê çalakî li dar bixe û daxwaznameyeke zêdek pêşkêşî wê bike. 
 
Platforma ji bo Wekheviya Jinan (EŞÎK), beriya niha ji bo betalkirina biryara vekişandina ji Peyman Stenbolê ku tê plankirin di 1'ê tîrmehê de bê rakirin, serî li Şûreya Dewletê dabû. Rexmî ku ji vekişandina ji peymanê re tenê hefteyek maye jî deng ji 10'emîn Daîreya Şûreya Bilind nayê. EŞÎK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wê sibê li pêşiya Şûreya Dewletê bin û bang li Şûreya Dewletê kir ku beriya 1'ê tîrmehê birêveçûna biryarê bide rawestandin. 
 
Her wiha EŞÎK'ê, ragihand ku piştî ku li pêşiya Şûreya Dewletê daxuyanî bidin dê daxwaznameyeke zêdek pêşkêşî wê bike.