Jin derdikevin qadan: 1'ê tîrmehê ne dawî destpêk e

  • jin
  • 11:02 24 Hezîran 2021
  • |
img
STENBOL - Wê jin di 1'ê tîrmehê de ku Peymana Stenbolê ji meriyetê radibe bi şiara "Em jiyanê radiwestînin" li qadan bin. Ji Koma Kampanyayê Pêk Bîne Havva Cûştan, ev tişt got: "1'ê tîrmehê ne dawî ye wê bibe destpêkek nû."
 
Peymana Stenbolê ku ji bo parastina jinan gelek girîng bû di 1'ê tîrmehê de ku Peymana Stenbolê ji meriyetê radibe. Çalakiyên li dijî vekişandina ji peymanê didomin. Jinên ku biryara vekişandinê birin Şûreya Dewletê, li gel têkoşîna xwe ya hiqûqî îttîrazên xwe jî bilind dikin. Jinên ku heta niha li dijî vekişandina ji peymanê gelek çalakî li dar xistine xwe ji 1'ê tîrmehê re amade dikin. Yek ji navendên ku li ser banga Koma Kampanyayê Pêk Bîne wê bi şîara "Em jiyanê radiwestînin" çalakî bên lidarxistin Stenbol be. Roja 1'ê tîrmehê saet di 19.00'an de wê jin bi dûrişmeya "Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin û jiyanê radiwestînin" Tunela Teqsîmê bên gelhev û çalakî li dar bixin. 
 
PEYMAN NE DIYARÎ YE ENCAMA TÊKOŞÎNA JINAN E
 
Ji Koma Kampanyayê Pêk Bîne Havva Cûştan, diyar kir ku wê di 1'ê tîrmehê de jin careke din li qadan bin û biqirîn ku dê dev ji peymanê bernedin û wiha got: "Em xwe li ser rawestandin jiyanê bi rêxistin dikin. Di vê dema ku qetilkirina jinan derketiye asteke bilind peyman ji bo jiyana me gelek girîng e. Ji bo jinan destkeftiyeke mezin e. Peyman ne diyariyeke desthilatê ye. Destkeftiyeke encama têkoşîna jinan e. Li dijî vê destkeftiyê êrişek heye. Em ê jî li dijî vê êrişê jiyanê rawestînin. Me ji ber vê şiyara "Em ê jiyanê rawestînin" hilbijart."
 
ÎLANKIRINA ŞER 
 
Cûştan, destnîşan kir ku desthilat dixwaze pergala serdest a zilam xurt bike û ev nirxandin kir: "Desthilat li dijî vê pergalê jinan weke gef dibîne. Ji dema ku hatiye îmzekirin ve em têkoşîna pêkanîna peymanê didin. Di şevekê de AKP-MHP'ê bia awayekî vekirî li dijî jinan şer îlan kirin. Bi tu awayî ji azadî û wekheviya jinê bawer nakin. Vê di her firsendê de jî tînin ziman. Dizanin ku peyman ji bo me xeta sor e. Êrişî vê dikin. Qala Peymana Enqerê dikin. Em dizanin ku wê peymaneke çawa çêbikin. Bi awayekî vekirî hevkariya zilamên kujer dikin. Heta ku Peymana Stenbolê dîsa bikeve meriyetê û qanûna hejmara 6284 pêk bê em ê têbikoşin."
 
BANGA DERKETINA QADAN
 
Di dawiya axaftina xwe de Cûştan ev bang kir: "1'ê tîrmehê ji bo me girîng e lê ne dawî ye. Berovajiyê vê destpêkeke nû ye. Bi têkoşîna ku em bidine belim hê betir qezenc bikin. Gelek gîrîng e ku em li cem hev bin û li kolanan deng bidin Peymana Stenbolê. Kesên nikarin bên kolanan dikarin ji paceyên xwe deng bidin. Em bang li hemû jinan dikin ku di 1'ê tîrmehê de li kolanan û qadan li rex hev bin û nîşan bidin ku serî ji tundiya zilam re natewînin."
 
MA / Dîren Yûrtsever