Îstînafê biryara beraetê xera kir û faîlê destdirêjiyê hat girtin

  • jin
  • 12:34 24 Hezîran 2021
  • |
img
ÎZMÎR - Dadgeha Îstînafê biryara dadgeha herêmî xera kir û faîlê destdirêjiyê hat girtin. 
 
Li bajarê Ûşakê di 11’ê mijdara 2016’an de N.U.U., bi destdirêjiya zilamê bi navê H.B. re rûbirû ma. N.U.U. giliyê H.B. kir û Serdozgeriya Komarê ya Ûşakê lêpirsîn da destpêkirin. H.B. hat binçavkirin lê hat berdan. Derbarê H.B. de îdianameya ji sûcên “êrişa zayendî” û “kes ji azadiyê wê bêpar hiştiye” amade kir. Dadgeha Ûşakê doz vekir. Dadgehê biryara beraetê ji bo kesê destdirêjiyê kiriye da. Parêzerê dosyeyê doz bir Dadgeha Îstînafê ya Îzmîrê. Dadgeha Îstînafê biryara dadgeha herêmî xera kir û xwest bersûcê destdirêjiyê were girtin. Dadgeha herêmî ji nûve vî kesî darizand û derbarê wî de biryara girtinê da û hat girtin.