Polisan daxuyaniya EŞÎK'ê ya li pêşiya Şûreya Dewletê asteng kirin

  • jin
  • 13:56 24 Hezîran 2021
  • |
img
ENQERE - Polisan, daxuyaniya ku Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê xwest li pêşiya Şûreya Dewletê bide asteng kirin.
 
Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê, ji bo ku Biryarnmeya Serokkomariyê ya derketina ji Peymana Stenbolê bê betalkirin, xwest daxwaznameyekê bide Şûreya Dewletê. Lê polisan jinan asteng kirin û destûr dan ku tenê çend derbasî daîreya Şûreya Dewletê bibin û daxwaznameyên xwe radest bikin. Polisan daxuyaniya ku jinan xwest bidin jî asteng kirin û jinan ji qadê dûr xistin.