Ji bo beşdariya meşa Denîz Poyraz bang hat kirin

  • jin
  • 14:23 24 Hezîran 2021
  • |
img
MÊRDÎN - Meclîsa Jinan a HDP’ê û TJA sibê li Mêrdînê ji bo qetilkirina Denîz Poyraz şermezar bike, dê meşek girseyî li dar dixe û banga beşdariya meşê hat kirin. 
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê û Tevgera Jinên Azad (TJA) dê sibê li Mêrdînê ji bo qetilkirina Denîz Poyraz meşek li dar bixin. Sibê wê meş saet li 16.00’an li Parka Karayollari dest pê bike. Parlamenterên HDP’ê Pero Dundar, Ayşe Surucu, Remziye Tosûn û ji bajarên derdorê dê jin beşdarî meşê bibin. Jinan ji bo beşdariya meşê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê daxuyanî dan û banga tevlîbûna meşê li jinan kirin. 
 
‘EM QATILAN NAS DIKIN’ 
 
Hevseroka Rêxistina HDP’a Mêrdînê Perîxan Agaoglû diyar kir ku jin bi têkoşîna xwe polîtîkayên îqtidarê deşîfre kirine û got: “Em qatilan jî û yên qetlê dane kirin jî nas dikin. Êriş li dijî azadî û îradeya jinan pêk hatiye. Em ê li dijî van êrişan têkoşîna xwe berdewam bikin. Em bang li jinên Mêrdînê û bajarên derdorê dikin ku beşdarî meşê bibin.” 
 
‘DE ŞEXSÊ DENÎZ DE ZIMAN Û HEBÛNA KURDAN TUNE DIKIN’ 
 
Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar jî destnîşan kir ku Denîz Poyraz bi zanebûn hatiye qetilkirin û di şexsê Denîzê de bi taybetî tê xwestin jinên kurd werin qetilkirin û dixwazin di şexsê Denîzê de ziman, çand û hebûna gelê kurd were tunekirin. Pero banga beşdariya meşê kir û got divê her kes bibe Denîz û ji bo wê bimeşin û xwest sibê her kes bi pankartê xwe beşdarî meşa li Mêrdînê bibe.