Zilamekî li Reyhanliyê tecawizî jina 78 salî kir

  • jin
  • 15:51 24 Hezîran 2021
  • |
img
HATAY - Zilamê bi navê M.Y. li Reyhanliyê tecawizî jina 78 salî kir. Tecawizkar hat girtin. 
 
Zilamê bi navê M.Y. duh li gundê Kûrtûlûş ê navçeya Reyhanlî ya Hatayê di saet 05.30’an de bi darê zor ket mala jina 78 salî û tecawîz kir. Tecawizkar pişt re tiştên li malê yên binirx diziyan û revî. Polîsan tespît kir ku faîl zilamê bi navê M.Y. ye û ew binçav kirin. Faîl M.Y. piştî kirariyên îfade girtinê sewqî edliyeyê hat kirin. Dadgehê M.Y. girt û şand Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê.