Aycan a bi salan tahde lê hat kirin: Di 1'ê Tîrmehê de dakevin kuçeyan

  • jin
  • 09:08 27 Hezîran 2021
  • |
img
ÎZMÎR - Aycan Beysulen ku Bûrak Kinici ew birîndar kiribû got: "Ji bo mafên me, bang li hemû jinan dikim ku di 1'ê Tîrmehê de dakevin kuçeyan." 
 
Dê Tirkiye bi biryara Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan, di 1'ê Tîrmehê de ji binî de dev ji Peymana Stenbolê berde. 
 
Aycan Beysulen ku li navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê ji aliyê Bûrak Kinici ve gelek caran hat kêrkirin, anî ziman ku bi piştevaniya jinan li ser pêyan maye. Beysulen, bal kişand ser girîngiya Peymana Stenbolê ya ji bo jinan. 
 
Beysulen ku di 17 saliya xwe de zewicîbû û hevjînê wê bi salan tahde lê kiribû û paşê ew birîndar kiribû, destnîşan kir ku heger Peymana Stenbolê pêk bihatana dê karibûna bi awayekî hîn ewletir û mirovane tevî zarokên xwe bijiyana. 
 
'NAHÊLIN EM BIHÊZ BIN' 
 
Beysulen, bilêv kir ku Peymana Stenbolê ji bo parastina jinê xwedî gelek referansa ye û got: "Îqtidar dixwaze ji hemû tiştên jinan diparêze û jiyaneke xweş dide ber jinan, xela sbibe. Naxwaze jin bihêz û azad be." 
 
SERÎ NETEWÎNIN 
 
Beysulen, anî ziman ku îqtidarê tim Peymana Stenbolê hedef girtiye ji bo wê bêqîmet bike û got: "Bi taybetî di demên dawî de, zilam dibêjin 'ez te bikujim dê ceza li min nebirin. A rast, tam jî dixwazin vê peyamê bidin." 
 
Beysulen, destnîşan kir ku jin ji bo malbata xwe, zarokên xwe û sedemên aborî ji bêgavî serî li ber tahdeyê ditewînin û bang li jinan kir: "15 rojan li nexweşxaneyê mam. Min 13 rojan di beşa awarte de li ber xwe da ji bo bijîm. Û niha jiyaneke nû ava dikim. Serî netewînin. Berdewamiya athdeyê tê, lewma tu carî efû nekin." 
 
'EZ Ê BIPARÊZIM' 
 
Beysulen, bilêv kir ku daxwaza wê bes tevî zarokên xwe bi awayekî aram bijî û got: "Di jiyana xwe de tim bi zext û zoriyên pergala baviksalarî re rû bi rû mam. Ez ê nehêlim heman tahde li keça min bê kirin." 
 
Beysulen got: "Parastina Peymana Stenbolê, bû hîmê têkoşîna min." 
 
'MIN HÊZ JI JINAN GIRT' 
 
Beysulen, anî ziman ku piştî êrîşê hêz ji piştevaniya jinan girtiye û got: "Berê qet daxilî nav çalakiyên jinan nebûbûm. Gava min didît ji bo Peymana Stenbolê dirûşmeyan berz dikim, tenê min dixwest daxwazên wan bên qebûlkirin. Gava min dixwest tevli çalakiyên 8'ê Adarê bibim, ên li malê nedihiştin. Wisa bawer dikim bi milyonan jinên wekî min hene. Bang li hemû jinan dikim ku li dijî kesên em asteng dikin û dixwazin em dev ji mafên xwe berdin, di 1'ê Tîrmehê de dakevin kuçeyan." 
 
MA / Sevda Aydin