Di serdegirtina malê de gefa destavêtinê lê xwarin

  • jin
  • 13:53 27 Hezîran 2021
  • |
img
STENBOL - Yeşîm Tukel a di serdegirtinên malan ên li dijî endamên Dev-Guç û Partiya Şoreşger de hat binçavkirin, ji aliyê polîsan ve hat derbkirin û bi tecawizê tehdît kirin.
 
Li Stenbolê, 17 endamên Partiya Şoreşger û Hêzên Şoreşger ên Ciwanan (Dev-Hêz) ku di 22ê Hezîranê de, di serdegirtina malan de, ji aliyê esker û polîsan ve hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên li Miduriyeta Polîsan roja Înê hatibûn berdan. Ji bo dosyayê biryara veşatinê hat dayîn. Di operasyonê de, kesên ku derbarê wan de biryara binçavkirinê nebûn jî hatin binçavkirin. Endama Partiya Şoreşger û Rizgariya Jinan Yeşîm Tukel a hat binçavkirin, rastî lêdana polîsan hat. 
 
Tukel, debarê îşkence û heqareta lê hat kirin û gefa destavêtinê ya lê hat xwarin, ji Ajansa Nûçayan a Firatê (ANF) re vegot.  
 
DERÎ ŞIKANDIN 
 
Tukel, diyar kir ku esker û polîsan bi çekên namlû dirêj bi ser malekê ku 4 kes têde dijîn de û wiha  axivî: “Deriyê ji derwe ya mala me şikandin û wisa ketin malê. Berê çekên xwe dan odeyan û bi gotina ‘Em ê fîşekê li serê we bixin, destê xwe rakin’ ketin hundur. Destûra lêgerînê nîşan nedan û heta nehiştin ku em li parêzer bigerin. Ji ber ku min helwest nîşanî derbkirina hevalekê xwe da, polîsekê dijûn ji min re kir, û ez avêt erdê û ez dam ber pehînan."
 
GEFA TECAWÎZÊ
 
Tukel, da zanîn ku polîsan ew li odeyekê kom kirin û bi zorê remza telefonê ji wan xwestin û wiha pê deçû: "Em hemû li odeyekê kom kirin û destê me li ser serê me û me li ser dev dan dirêjkirin. Tenê ez jin bûm û dest bi dijûnên zayendperest kirin û bi tecawîzê gef li min xwarin. Ji aliyê din ve jî rastî tecawîza gotarî ya bi saetan hatim ku gotinên bi vî rengî dikir ‘… tu yê bixweyî. Niha jî tu yê neçar bimînî ji vê malê derkevî, lê ezê ji te re malekê peyda bikim, ev jî bi şertê ku tu ji min re masaj bikî.' Bi vî awayî tacizî min kirin."
 
‘LINGÊ MIN ECIQANDIN
 
Tukel, di dewama axaftina xwe de wiha got: "Polîsek din jî navê polîsê ku ez derb kirim da û bi gotina ‘Eger bixwazî ezê gazî Yekûp bikim. Normal wisa nêzî jinan nabe, bi rengekî ku tu yê xweşiya te biçe nêz dibe, lê kerba xwe ji te wekir’ ez gef kirin. Dema min bersiv nedida pirsên wan digotin ‘Herhal te bîra Yaûp kiriye, ji beriya ku ji vir derkevî divê tu lêdaneke din jî bixweyî’. Dema li malê digeriyan û lêgerîn dikirin bi zanebûn pê li me dikirin û lingê me diperçiqandin û wisa derbas dibûn. Tevî ku em li erdê dirêjkirî jî bûn, me didan ber peînan. Ji derweyî lêgerînê jî kemraya xwe venekirin. Encax em bi şer daxilê lêgerînê bûn. Rexmê ku me bi saetan wiha êşkence dît, dema em rakirin nexweşxaneyê, hewldan ku bi me re bikevin odeya mûayenê. Bi hişyariya doktor neçar man derkevin."
 
'EM Ê PAŞVE GAV NE AVÊJIN'
 
Tukel a ku tevî nebûna biryara girtinê ew birin Fermandariya Cendirme ya Stenbolê got ku li ser gelek hevalên wê sîxurtî ferzkirine. Tukel diyar kir ku ew nikarin sedema serdegirtinê fêr bibin, ji ber ku di dosyeyê de biryara nepenîtiyê hebû û got, "Ji xwe li ser min û her du hevalên min ên din ku em di heman xaniyê de diman biryara girtinê yan jî destgîrkirinê tunebû. Tenê ji ber ku em li malê bûn hatin û em birin. Dema me got ku me dixwezin bi parêzerekê re hevdîtinê bikin, wana bi gotina ‘Rewşek we ya pêwîstî bi parêzer hebe tune ye, ev tenê ji bo wergirtina agahiyê ye’ re hevdîtina me ya bi parêzer re asteng kirin.”
 
Tukel a ku got ji ber tiştên qewimînî pir bi hêrs bûye û wiha bi dawî kir: “Ev ne rêbazek ya dewleta zilam e ku em pênizanin. Dema li Kurdistanê dikevin malan, ji belavkirina cilên binî bigre, ji nivîsandina ‘em hatin û hûn nebûn’ ya li odeyên razanê û ji êşkenceyên ku li kolanan li jinên Peymana Stenbolê diparêzin kirinî nas dikin. Ev ne rûyê dewleta zilam ya ku em nas nakin e. Ji ber ku em jî parçeyek ji tevgera femînîst û sosyalîstin bi van êşkenceyan re rû bi rû man. Ez bi hêrsim û ezê li hemberî van êrîşan yek gavî bi paşve neavêjim û neavêjîn. Di heman demê de emê têkoşîna xwe bidomînin û bilind bikîn.”