Duzkan: Jin dixwazin xwebixwe çarenûsa xwe diyar bikin

  • jin
  • 09:01 28 Hezîran 2021
  • |
img

STENBOL - Rojnamevan-nivîskar Ayşe Duzkan diyar kir ku AKP li ser kevneşopiya Îhvan tevger dike û polîtîkaya wê zayendperest wê ji partiyên din ên rastgir cuda dike û got: “Îtîraza ku dixwaze vê pergalê biguherîne, gelek wê aciz dike. Çimkî em jin dixwazin xwebixwe çarenûsa xwe diyar bikin.” 

Jin ji bo maf, destekeftî û azadiya xwe têdikoşin. Lê ev jinên têdikoşin bi zextên darazê re rûbirû ne. Jinên Şîliyê reqsa Las Tesis derxistin û li cîhanê belav bû. Ev reqs tenê li Tirkiyê hat darizandin. Gelek jinên xwestin bi vê reqsê li dijî tundî û kuştina jinan rawestin, hatin sûcdarkirin û ev reqs wek “sûc” di îdianameyan de cih girt. 
 
Bêtehamuliya li ser jinan herî dawî xwe di hewldana girtina HDP’ê ku wek partiya jinan tê nasîn de radixe ber çavan û şênber bû. Di îdianameya girtina HDP’ê de têkoşîna li dijî tundiya zilam wek delîl hatiye nîşandan û terza xîtaba jinên siyasetmedar jî bû mijara sûc. 
 
Rojnamevan-nivîskar Ayşe Duzkan a femînîst derbarê krîmînalîzekirina têkoşîna jinan û îdianameya HDP’ê de ji ajansa me re axivî.
 
‘MESELEYA ESAS PIRSGIRÊKA KURD Û TÊKOŞÎNA JINAN E’ 
 
Duzkan doza girtina li HDP’ê hatiye vekirin wek “parçeyê projeya polîtîkaya AKP’ê” nirxand û wiha got: “A rast di esasê xwe de hewldana girtina HDP’ê peşk lê xistina aştiyê ye. Meseleya esas pirsgirêka kurd e. AKP meseleya wekheviyê wek problem dibîne, wekheviya jinan û zilaman rast nabîne û li ser vê siyasetê dike. Di çarçoveya vê siyasetê de jî daraz jî ketiye bin kontrola îqtidarê yanî ji aliyê îqtidarê ve tê birêvebirin. Di xebatên jinan de wek pergala hevserokatiyê, wê jin çawa beşdarî siyasetê bibin? Van hemûyan dike problem û wek sûc dibîne.” 
 
‘JI PERGALA HDP’Ê DITIRSIN’ 
 
Duzkan destnîşan kir ku siyaset, kirin û pergala hevserokatiyê ya HDP’ê AKP’ê gelek aciz dike û wiha got: “AKP li dijî proje û pergala HDP’ê ye. Çimkî AKP jinan wek îrade nabîne. Wekhev nabîne. HDP jî hem di nava partiyê û hem jî di nava şaredariyan de jinan derdixe pêş. Lê AKP ji vê aciz e. Ji ber vê xebata wekhev û cih dide jinan ez wek jinek femînîst li HDP’ê xwedî derdikevim.” 
 
‘AKP DIJMINATIY JINAN DIKE’ 
 
Duzkan da zanîn ku Tirkiye di warê aborî û polîtîk de ji aliyê pergala emperyalist a navnetewî ve tê birêvebirin û lê di demên dawî de AKP bi vê pergalê re ketiye nava nakokiyan û wiha got: “Nemaze xeta ku AKP’ê ji partyên ên rastgir cuda dike zayendperestî ye. Ez dikarim bêjim ku dijminatiy jinan dike. Çimkî axaftin û kirinên AKP’ê rê li ber tundî û cînayeta jinan vedike. Meriv vê xeta wan tenê nikare zayendperest û cihêkariyê jî rave bike. Di vir de dijminatiyek şênber heye. Bi van polîtîkayan xwe ji partiyek din a rastgir cihê dike. AKP li herêmê li ser kevneşopiya îhvan tevger dike. Çimkî bi tevgerê xwe yên îslamî dijminatiya jinan dike û vê dijminatiyê zêdetir dike. Îtîraz û serî rakirina jinan û têkoşîna wan AKP’ê ditirsîne. Îtîraza ku dixwaze vê pergalê biguherîne, gelek wê aciz dike. Çimkî em jin dixwazin xwebixwe çarenûsa xwe diyar bikin.”
 
MA / Pinar Ûral