1’ê Tîrmehê dîroka berxwedana jinan e

  • jin
  • 10:22 2 Tîrmeh 2021
  • |
img
STENBOL - Li Taksîma ku dengê berxwedanê deng vedida, jinan ne Biryarnameya Serokkomariyê ne jî barîkatên polîsan nas kirin. 1’ê Tîrmehê ne weke dîroka ku Peymana Stenbolê hatiye rakirin, weke dîroka berxwedan û hêrsê, derbasî qeydan bû. 
 
Peymana Stenbolê ku bi armanca tundiya li ser jinê û nava malê asteng bike hatibû îmzekirin, ji 1’ê Tîrmehê ve bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Recep Tayîp Erdogan ji meriyetê hat rakirin. Jinên ku li dijî biryara fesixkirina Peymana Stenbolê ji 20’ê Adarê û vir ve li qadan e, li her platforma ku lê ne hêrsa xwe dan nîşandan. 
 
BARÎKAT Û BÎRYARDARΠ
 
Jinên ku bi dirûşmeya “Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin, jiyanê disekinînin" derketin qadan. Cihekî girîng ku jin derketin jî Qada Tunela Taksîmê ya Stenbolê bû. Bi hezaran jin li dijî barîkatên polîsan li berxwe dan. Jinan bi berxwedan û biryardarî li Tunela Taksîmê ku ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin kom bûn.
 
'JI BO ME NEQEDEIYA YE' 
 
Jinan dirûşmeya çalakiyê weke “Em jiyanê didin sekinandin" diyar kir û bi vê dirûşmê xwe bi rêxistin kirin. Jinên ku beriya saetan qad dagirtin dirûşmên “Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin”, “Em ji bo jiyana xwe serî hildidin” , “Tu car tenê tu nameşî”, “ Ev hêj destpêke têkoşîn wê bidome”, “Jin jiyan azadî”, “Denîz Poyraz nemir e”, “Li dijî yek zilamî gelek jin”, “Dewleta zilam bi komkujiyê re li hev kir” berz kirin. Jinan li amûrên muzîkê dan û lîlandin, fîkandin û li çepikan xistin. Bi temambûna saeta çalakiyê re Tunela Taksîmê bi berxwedana jinan xemilî. Peyama jinan jî bîryardariya wan jî zelal bû: “Ji bo me neqediyaye." 
 
HER ROJ 1’Ê TÎRMEHÊ YE
 
Jinên ku barîkatên polîsan ên derketin pêşberî wan hilweşandin, piştî gihiştin Qada Karakoyê çalakiya xwe bi dawî kirin. Peyama ku jinan li vir da wiha bû: “Ji îro û şûn de her roj 1’ê Tîrmehê ye, her roj serhildan e. Ji bo me qet neqediya ye. Em çawa ji van barîkatên di van kolanan de derbas bûn, em ê wisa Peymana Stenbolê jî bidin sepandin." 
 
MA / Dîren Yurtsever