Li gorî daneyên Jinnewsê di meha Hezîranê de 26 jin hatine qetilkirin

  • jin
  • 10:16 4 Tîrmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên ku her meh Jinnews berhev dike, di meha hezîranê de 26 jin hatine qetilkirin û 17 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane. 
 
Jinnews her meh daneyên tundiya li ser jinan berhev dike û weke raporeke diweşîne. Li gorî daneyên ku Jinnewsê di meha hezîranê de berhev kiriye; di meha hezîranê de 26 jin hatine qetilkirin û 17 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane. Faîlên 2 jinên hatine qetilkirin nehatine dîtin û faîlên 25 jinan jî xizmê wan bûne. Dîsa di mehê de 3 zarok jî hatine qetilkirin û 6 zarok jî bi awayekÎ biguman jiyana xwe ji dest dane. 
 
Di 6 mehên destpêkê yên salê de 144 jin hatine qetilkirin.