Başaran: Wê jin jiyana nû bi hev re ava bikin

  • jin
  • 17:16 4 Tîrmeh 2021
  • |
img
STENBOL - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, di çarçoveya hevdîtinên “Ji Xizaniya Jinê re Na” li navçeya Herekeyê bi jinan re hat gelhev û wiha got: “Tu sozên ku ev desthilat ji me re bide nema. Em ê jiyana nû bi hev re ava bikin.”
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya hevdîtinên “Ji Xizaniya Jinê re Na” îro li Kocaeliyê bû. Şandeya ku ji Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Koordînasyona Jinê û endamên Mêclîsa Jinan a Kocaeliyê pêk dihat, li navçeya Hereke ya Kocaeliyê bi jinan re hat gelhev. 
 
JIYANEKE NÛ 
 
Başaran, di hevdîtinê de axivî û diyar kir ku di pêvajoyeke ku şewba vîrûsa koronayê belavbûyî de desthilata AKP’ê bi jinan, HDP’ê û kurdan re mijûl bû. Başaran, anî ziman ku desthilat dixwaze pergaleke yekperest ava bike û wiha got: “Di pêvajoya koronayê de ewil jin ji çav hatin derxistin. Em îro dixwazin tiştên bi serê we tên guhdar bikin. Ji ber ku sozeke ku ev desthilat ji me re bide nemaye. Jiyana nû jî em jin em ê bi hev re ava bikin.”
 
Piştî axaftinê jinên HDP’î demekê bi jinan re sohbet kirin û piştre ji bajêr veqetiyan.