Bi çeka cerdevanan mirina biguman a jinekê

  • jin
  • 11:59 11 Tîrmeh 2021
  • |
img
ÇEWLIG – Li gundê Kerran ê bi ser navçeya Kanîreşê ve Kader Yaprak bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku Yaprak bi çeka cerdevanan dawî li jiyana xwe aniye. 
 
Li gundê Kerran ê bi ser navçeya Kanîreşa Çewligê ve Kader Yaprak a ji bo betlanê ji Stenbolê hatiye gund bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. Yaprak a bi du zarokên xwe re hat gund hat îdiakirin ku bi çeka cerdevanan dawî li jiyana xwe aniye. Hat zanîn ku Yaprak li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye û xizmên wê cenaze ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê.