Jinên çewligî: Em ê xwe bi xwe mafên xwe diyar bikin

  • jin
  • 09:09 16 Tîrmeh 2021
  • |
img
ÇEWLIG - Jinên çewligî anîn ziman ku betalkirina Peymana Stenbolê rê li ber qirkirina jinan vekiriye û kesên peymanê betal kirine, hişmendiya jinê ya derketiye holê nabînin. 
 
Betalkirina Peymana Stenbolê bûye cihê bertek û nerazîbûnên mezin. Jinên çewligî jî diyar kirin ku dê dest ji destkeftiyên xwe yên bi berxwedanê bi dest xistine bernedin.
 
Turkan Kîşîn, destnîşan kir ku îqtidar nasnameya jinê nahesibîne û jinên tahde li wan tên kirin tên kuştin. Kîşîn, anî ziman ku Peymana Stenbolê li dijî feraseta baviksalarî mekanîzmaya parastinê ya jina ye û got: "Em jin, qîmetê didin Peymana Stenbolê. Bêyî fikira raya giştî esas bigirin, bi feraseta nehesibandina jinê tevdigerin. Peymanê betal kirin, lê tiştek ji bîr kirin. Ew jî hişmendiya jinê ye. Jin xurttr bûne, me barîkat derbas kirin. Divê em hêza xw ebi yek bikin û bigihêjin lûtkeyê." 
 
DESTKEFTIYÊN JINAN 
 
Evîndar Barcadûrmûş Solmaz, diyar kir ku peyman bi têkoşîna jinan hatiye çêkirin û destkeftiyeke jinan. Solmaz, anî ziman ku feraseta yekzilamî qebûl nakin û got: "Peymana Stenbolê, têkoşîna jinê ye." 
 
Solmaz, destnîşan kir ku heya mafên xwe bi dest bixin dê li qadan bitêkoşin û divê jin hemû li dor peymanê bibin xelek. Solmaz got: "Peymana Stenbolê, xeta mor a jina ye. Devjêberdana ji peymanê, tê wateya fetisandina jinan. Ev têkoşîn a me ye, dê bidome." 
 
‘EM Ê LI QADAN BIN' 
 
Hatîce Kitay jî got: "Divê em li her derî dengê xwe ragihînin. Yek ji me jî bimîne, dê ji bo rawestandina tahdeyê dengê me bilind bibe. Gava di 1'ê Tîrmehê de peymanê betal kirin, jin daketin qadan. Em ê her roj bi coşa 1'ê Tîrmehê dakevin qadan." 
 
‘EM Ê BI SER BIKEVIN' 
 
Ozlem Orman jî destnîşan kir ku pergal bi zanebûnî êrîşê dibe ser destkeftiyên jinan û got: "Em ji niha û pê ve jî li benda heman alîkariya jinan e. Em qbeûl nakin, em ê heya dawiyê li ber xwe bidin. Em ê xwe bi xwe mafên xwe bi dest bixin û diyar bikin. Em ê bi ser bikevin."