Jin gundê Vakifliyê pêş ve dibin

  • jin
  • 09:00 22 Tîrmeh 2021
  • |
img

HATAY - Li gundê ermeniyan Vakifliyê jinên di kooperatîfê de dixebitin, hem çanda xwe diparêzin hem jî azadiya xwe ya aborî bi dest dixin. 

Li gundê ermeniyan Vakifli yê navçeya Samandag a Hatayê, jin hem çanda xwe diparêzin hem jî aboriya gund qewî dikin. Di sala 2005'an de bi pêşengiya 5 jinan Kooperatîfa Pêşvebirina Gundê Vakifliyê hat avakirin. Piştî demekê li kooperatîfê hejmara jinan zêde bû û niha 39 jin bi hev re dixebitin. Jin berên xwe li hewşa dêrê difiroşin. 
 
Seroka Kooperatîfa Pêşvebirina Gundê Vakifliyê Kûhar Kartûn, behsa armanc û xebatên kooperatîfê kir. 
 
BERÊN ORGANÎK 
 
Kartûn, bilêv kir ku çandiniya organîk rîçal, zeyt, sabûn, şerab hwd. çêdikin û difiroşin û qismek pereyê bi dest wan dikeve ji bo xwendekarên jin ên diçin zanîngehê wekî bûrs vediqetînin û yê mayî jî didin jinên hilberîner. Kartûn got: "Em tû, dirîrek, pirteqal hwd. diçînin. Em rîçalên ku dê û pîrên me rê me dabûn çêdikin. Me şirûb çêkirin û niha jî em lîkorê çêdikin. Em vê jî ji mandalînaan çêdikin. Ji ber ku darên bibêhn ên mandalînayan êdî pir nayên çandin, hindik mane biqedin. Li baxçeyên me hemûyyan darek an du dar mane. Bêhan wê pir cuda ye. Her wiha em rîçala çîçeka pirteqalan çêdikin. Em berên cuda çêdikin. Em dixwazin berên xwe li seranserê cîhanê bidin naskirin." 
 
Kartûn, destnîşan kir ku gundê wan li Tirkiyeyê gundekî mînak e û turîstên biyanî û xwecihî tev de tên gund. Kartûn got: "Em li vir malbateke biçûk û gundekî mînak in."
 
Kartûn, da zanîn ku di warê çandiniya organîk de li Tirkiye û Ewropayê xelat wergirtine û bi vê danasînê gund bêtir pêş ve çûye. 
 
MA / Esra Solîn Dal