Têkoşîna jinên sendîkayî ya ji bo TÎS'ê

  • jin
  • 09:03 1 Tebax 2021
  • |
img
STENBOL - Jinên sendîkayî ku dixwazin di hevdîtinên TÎS'ê de daxwazên wan di bin sernavekî cuda de bên nîqaşkirin û ji bo vê têdikoşin, îşaret bi têkoşîneke rêxistinbûyî kirin. 
 
Dê hevdîtinên Peymana Kar a Giştî (TÎS) ku mafên aborî û civakî yên bi milyonan kedkarên cemaweriyê eleqedar dikin, di 2'yê Tebaxê de dest pê bikin. Meclîsên Jinan ên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li gelek bajaran daxuyanî dan û xwestin di hevdîtinan de jin jî li dor maseyê bin. Jinên sendîkayî hevdîtinên TÎS'ê û daxwazên xwe nirxandin. 
 
Endama Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Stenbolê û Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Şaxa Aksarayê Yasemîn Bakir, diyar kir ku hevdîtinên TÎS'ê 10 sal in dûrî mafên kedkaran e û got: "Gava di navbera aliyan de lihevkirinek çênebe, heyeta hakemê biryarê dide. Ya ku herî zêde me diqilqilîne ev e." 
 
DIVÊ JIN JÎ LI DOR MASEYÊ BIN 
 
Bakir, destnîşan kir ku divê daxwazên kedkarên jin di bin sernavekî cuda de bên nîqaşkirin û lewma divê jin jî li dor maseyê bin. Bakir, bilêv kir ku di rewşeke wiha de wê pirsgirêk û daxwazên kedkarên jin bi awayekî rast bên çareserkirin. 
 
Bakir, diyar kir ku beriya hevdîtinê TÎS'ê li kargehan sindoq hatine danîn û daxwaz li gor encaman hatine diyarkirin. Bakir, bilêv kir ku daxwazeke wan a girîng jî kreş e û got: "Divê cihekî ku zarok lê bimînin hebe û ev ji bo peywirdarên cemaweriyê bêheq be." 
 
Serokê Sendîkaya Kedkarê Çapemenî Weşan Ragihandin û Postayê (HABER-SEN) a Şaxa 4'an Gulseren Gungordu, diyar kir ku pirsgirêkek wan jî ew e ku li şaxên PTT'ê û li qadên belavkirinê jin tenê tên şixulandin. Gungordu, destnîşan kir ku ji ber nasnameya wan pirsgirêkên jinên li kar pirsgirêkine hevpar in û got: "Daxwazên me ne di nav daxwazên giştî de ne, divê daxwazên me di bin sernavekî cuda de bên nîqaşkirin û çareserkirin." 
 
Gungordu, destnîşan kir ku pirsgirêka sereke ya karkerên jin rolên zayendî yên civakî ne û jinên li kargehan bi mobbîngê re rû bi rû dimînin, keda wan a nav malê jî nayê dîtin. Gungordu, bilêv kir ku destûr ji bo dema zarokanînê herî kêm divê 32 hefte be û piştî zarokanînê jî divê destûr hebe. 
 
Gungordu, anî ziman ku destûra reglê heya niha qet nehatiye bilêvkirin û divê destûra reglê 2 roj be. 
 
TÊKOŞÎNA RÊXISTINBÛYÎ
 
Gungordu, anî ziman ku daxwazên MEMÛR-SEN û jinan nebûne daxwazine hevpar û got: "Ji lew re helwesta wan a ji bo Peymana Stenbolê, nêrîna wan a ji bo jinan aşkere dike. Zemînek hevpar a me û wan tune ye. Di daxwazên TÎS'ê de xaleke derbarê jinan de tune ye. Gava tu daxwaz nekî, tu heqekî nadin te. Em jin divê ji bo mafên xwe li ber xwe bidin. Ji bo vê jî têkoşîneke rêxistinbûyî ya jinan divê." 
 
MA / Kadîr Guney