Fatma Unsal: Divê jin li dijî polîtîkayên ku ol ji bo amûrên xwe bi kar tîne, derkevin

  • jin
  • 09:16 17 Tebax 2021
  • |
img

STENBOL -Aktivîsta Mafên Jinan Fatma Bostan Unsal, diyar kir ku di serî de jinên mihafizeker û bi giştî hemû jin divê li dijî polîtîkayên îslamofobî û yên  ku ol weke amûrekê bi kar tînin hatine û dijberî jinan e, rabin. 

 
Li Rojhilata Navîn jin, pirsgirêkên bi wan re rû bi rû dimînin û li hemberî van pirsgirêkan awayên têkoşîn û berxwedanê nîqaş dikin. Jin li hemberî, tahde, qirkirina jinê, koçberî, zayenparêzî û zextên netewperestî û dînparêziyê li ser têkoşîneke hevpar hûr dibin. Di vê çarçoveyê de li paytexta Lubnanê Bêrûdê Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya 2'yan hat lidarxistin. Ev konferans ji bo nîqaşkirina van pirsgirêkan û avakirina têkoşîneke hevpar bû zemînek. Aktivîsta mafên mriovan û jinan Fatma Bostan Unsal ku wekî delegasyon tevli konferansê bû, konferansê nirxand. 
 
PIRSGIRÊKA HEVPAR: DÎNPARÊZΠ
 
Unsal, anî ziman ku pirsgirêkên sereke û hevpar ên jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bêîstikrarî, bêedaletî, zewaca di temenekî biçûk, şer û penaberî ye. Unsal, destnîşan kir ku dînparêzî ku di konferansê de hat nîqaşkirin, li Rojhilata Navîn pirsgirêkeke hevpar e ku dibe sedema polîtîkayên dijî jinan û got: "Di Qur'anê de gelek hikim hene ku piştgiriya jinan dikin, lê di feraseta niha de ev hikim tên jibîrkirin an jî manîpulekirin." 
 
‘ÎQTIDAR DÎN JI BO MIFHA XWE BI KAR TÎNIN' 
 
Unsal, destnîşan kir ku welatên Rojhilata Navîn, dîn ji aliyê îqtidaran ve tê îstismarkirin û ev yek rojeva konferansê bû û got: "Çawa ku pêkanînên îslamî li qadên din xirab bûne, di qada jinê de jî xirabûye. Helbet ên ku ewilî bandorê ji vê digirin jin in. Îqtidar, dîn ji bo berdewamiya îqtidara xwe bi kar tînin. Ev yek jî di warê jinan de dibe sedema pêkanînine çewt." 
 
QIRKIRINA ÊZIDIYAN 
 
Unsal, ji bo vê tiştên hatine serê êzidiyan wekî mînak nîşan da û got: "Îro ro bi teknolojiyê modern ji bo jin û zarokên êzidî bazarên koleyan hatin çêkirin û ev yek hê jî didome. Tişta ku 200 sal in dîroka mirovahiyê ew ji bîr kiriye û divê pêk neyê, ji nû ve çêdibe. Dînê îslamê, pir qîmetê dide rûmeta mirovan. Kesên îdia dikin ew misilman in, dê çawa ji nû ve bazarên koleyan zînde bikin? Gelê Tirkiyeyê, gelê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê divê li ber vê rabe. Helbet dê rojavayî qirkirina êzidiyan wekî sûcê şer û qirkirinê qebûl bikin. Lê beriya vê pêşî divê gelê herêmê li ser vê bifikire û vê yekê şermezar bike û ji holê rake. Lê mixabin di vî warî bêdengiyek mezin heye." 
 
TÊKOŞÎNA LI HEMBERÎ DÎNPARÊZIYÊ 
 
Unsal, destnîşan kir ku li dijî dînparêziyê têkoşîn divê û ji bo awayê vê têkoşînê ev tişt gotin: "Mesela îslamofobî qadeke pir penahî ye. Li rojavayê li hemberî îslamê dijminatiyek heye, lê di vir de divê tenê ev neyê bilêvkirin. Yanî îslamofobî heye. Kesên ji ber îslamofobiyê muzadarîb in ku bê çawa îslam ji bo mifhê tê bikaranîn û ji ber vê jin çawa bi bêedaletî tahdeyê re rû bi rû dimînin, divê vê bînin zimên. Mirovên behsa îslamofobiyê bikin, divê DAIŞ'ê jî şermezar bikin. Divê li bazarên koleyan firotina jin û zarokan şermezar bikin. Bi vî awayî dê pêşî li ber tahdeya li jinê tê kirin bê girtin." 
 
JINÊN ROJAVAYΠ
 
Unsal, bilêv kir ku jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên tevli konferansê bûne pir bal kişandine û got: "Li konferansê hebûna jinên di warê leşkerî, dîplomatîk û hiqûqî de xwedî înîsyatîf, pir girîng bû. Jinên rojavayî ji bo jinên herêmê dibin mînak." 
 
Unsal, anî ziman ku dê tifaqa jinan herêmê bike herêmeke demokratîk.
 
Sibê- 'Dengê ji Meşa Şevê ya Feminîst Bilind bû, li Rojhilata Navîn jî bilind bû' 
 
MA / Diren Yurtsever