15 mêr û jinek beşdarî civîna 'jinan' a qeymeqamtiya navçeyê bûn

  • jin
  • 13:10 17 Tebax 2021
  • |
img
MÊRDÎN - 15 mêr û jinek beşdarî civîna Qeymeqamtiya Nisêbînê ya bi navê “Nirxandin, Şopandin û Koordînasyona Navçeyê ya Têkoşîna Bi Tundiya li ser Jinê re” bûn. 
 
Qeymeqamtiya Nisêbîna Mêrdînê di serdema 2’yemîn a sala 2021’an de civîna bi navê “Nirxandin, Şopandin û Koordînasyona Navçeyê ya Têkoşîna Bi Tundiya li ser Jinê re” li dar xist. Civîna di bin serokatiya Qeymeqam û Qeyûmê Şaredariya Nisêbînê Emre Yalçin de pêk hat û 16 kes beşdar bûn. Nûnerên cenderme, Miduriyeta Polîsan a Navçeyê û hin saziyên sivîl ên civakî jî di nav de 15 zilam beşdarî civînê bûn. Hat hîn bûn ku yekane beşdarvana jin jî jineke ku di şaredariyê de dixebite ye. 
 
Di civînê de ji Miduriyeta Xizmetên Civakî ya Nisêbînê Derûnnas Çîgdem Aygun, derbarê xebatên midurtiyê de ji kesên beşdarî civînê bûyî re agahî dan. 
 
Walitiyê Şirnexê jî bi heman pêkanînê, "Plana Koordînasyona Tekoşîna bi Tundiya li ser Jinê re" bi zilaman re nirxandi bû.