Li Enqereyê jinek hat kuştin

  • jin
  • 10:01 31 Tebax 2021
  • |
img
ENQERE - Li navçeya Mamaka Enqereyê zilamê bi navê S.O. hevjîna xwe Ebrû Yuksel ku hev berdabûn kuşt. 
 
Li navçeya Mamaka Enqereyê zilamê bi navê S.O. hevjîna xwe Ebrû Yuksel ku hev berdabûn kuşt. S.O. keça xwe E.Î.O. û Mustafa D. jî birîndar kir. Ebrû Yuksel a ku bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê tevî hemû mudaxileyan jî nehat rizgarkirin. Hat zanîn ku Mustafa D. û D.Î.O. jî bi sivîkî birîndar bûne. 
 
S.O. piştî cînayetê hewl da xwe bikuje û wî jî rakirin nexweşxaneyê.