Di 4 mehan de 213 binpêkirinên mafên jinan qewimîne

  • jin
  • 16:25 1 Îlon 2021
  • |
img
ÎZMÎR - Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê aşkera kir ku li Herêma Egeyê di 4 mehan de 213 binpêkirinên mafên jinan pêk hatine. 
 
Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, rapora têkildarî binpêkirinên mafên jinan ku di 4 mehan de li Herêma Egeyê pêk hatine li avahiya komeleya xwe aşkera kir. Di daxuyaniyê de endama Komîsyona Jinan Cemîle Karakaya axivî. 
 
130 JIN HATIN QETILKIRIN
 
Karakaya, bal kişand ku piştî fesixkirina Peymana Stenbolê tundiya li ser jinan, tecawiz û mirin zêdebûne û diyar kir ku di 6 mehên ewil ên di sala 2021’an de zilaman 130 jin qetilkirin e. Karakaya, bi lêv kir ku piştî fesixkirina peymanê nêzî 100 jin hatin qetilkirin. 
 
DI 4 MEHAN DE 213 BINPÊKIRINÊN MAFAN
 
Karakaya, destnîşan kir ku di 4 mehan de li Herêma Egeyê 213 binpêkirinên mafan ên jinan pêk hatine.