Li Çewligê du jinan întîhar kir

  • jin
  • 15:32 7 Îlon 2021
  • |
img
ÇEWLIG - Tê gotin li Çewligê du jinan întîhar kiriye û yek ji wan jiyana xwe ji dest daye. 
 
Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê Dîcle Y. ya 18 salî ku bi malbata xwe re li hev nekiriye tê îdiakirin ku duh hewl daye întîhar bike. Dîcle Y. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê û hat zanîn ku rewşa wê baş e û ji nexweşxaneyê hatiye derxistin. 
 
Li aliyê din hat îdiakirin ku Zehra Sumen (27) ku li navenda Çewligê dijî çar roj berê întîhar kiriye. Hat zanîn ku roja întîhar kiriye jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wê hatiye veşartin. Hat diyarkirin ku Sumen bi tundiya derûnî ya hevjîn û malbata xwe re rûbirû mye. 
 
Hat zanîn ku du zarokên Sumen hene.