Çîroka penaberî û zarokatiyê: Amara Dwla

  • jin
  • 09:00 9 Îlon 2021
  • |
img
RIHA - Zaroka 13 salî Amara Dwla li deftera xwe nivîsandibû “Ez di tariyê de bi tenê me, digirîm û rondikên çavên min mîna barana ji ewran dibare, qîrîna di hûndirê min de, min dadiqurtîne.” Amara hat desteser kirin, mecbûrî zewacê hat kirin û îşkence lê hat kirin û dûre hat qetilkirin. Lê kesekê dengê wê nebihîst. 
 
Li taxa Şêxmexsût a navçeya Eyyubiye ya Rihayê, şeva 2’yê Îlonê, zaroka 13 salî Amara Dwla ya sûriyeyî ku bi eslê xwe filistînî bû, di mala xwe de şewitandî hat dîtin. Ekîbên tenduristiyê li ser ixbara cîranan hatin cihê bûyerê. Ekîban Amara rakirin nexweşxanê. Derket holê ku Amara ji aliyê bavê xwe ve Ahmet Mohammed Dwla ve ewil hatiye îşkencekirin û dûre hatiye şewitandin û berî 24 saetan jiyana xwe ji dest daye. 
 
Cenazeyê Amara ji ber ku xizmên wê tune bûn li “goristana bêkesan” a Rihayê hat definkirin. Ahmet Mohammed Dwla, piştî şewitandina Amara keça xwe ya 12 salî L.Dwla digire ba xwe û amadekariya bireve Sûriyeyê dike. Lê Ahmet hat binçavkirin û girtin. Xwişka Amara L.Dwla jî li saziya dewletê ya parastina zarokan hat bicihkirin. 
 
Derket holê ku Ahmet Dwla, di îfadeya xwe ya li miduriyeta polîsan de,  xwestiye di bin navê “namûsê” de xwe biparêze.  Lê bi nişeyên ku Amara li deftera xwe nivîsandibûn, derket holê ku rastî ne wisane. Bi vî awayî rastî bi nişeyên ku Amara girtine û îfadeyên cîranên wê yên ku dane polîsan derket holê. 
 
 
TUNDÎ, QETILKIRIN, BIRÎNDAR KIRIN
 
Li gorî agahiyên derketin holê, Mohammed Dwla berê jî beşdarî gelek bûyerên tundiyê bûye. Malbata Amara û xwişka wê ya 12 salî L.Dwla ji Fîiîstînê koçî bajarê Lazkiyê yê Sûriyeyê dike. Malbat piştî demekê derbasî Hatayê, ji vir jî diçe Dîlokê û dûre li qata jêrzemînê ya xaniyek du qat a li Taxa Şêxmexsût a navçeya Eyyubiye ya Rihayê bi cih dibe. Mohammed Dwla di vê pêvajoya koçberiyê de, li Sûriyê, Hatay û Dîlokê bi mehra mela dizewice û tundiyê li 3 jinên ku dayika Amara di nav de dike. Mohammed hewl dide jinekê qetil bikie. Dayika  Amara jî direva Lubnanê û xwe xelas dike. 
 
Dwla, li Hatayê ciwanekê bi hinceta ku “tacizî keça wî kiriye” birîndar dike û ji ber vî sûcî lêgerîna wî heye. Dwla ji ber vê yekê direve û li taxa Şêxmexsût bi cih dibe û 4 mehan li vê derê dimîne. Li gorî agahiyên ku cîranan dan; Dwla karkerê înşaatê bûye û destûr nedaye keçên wî derkevin derve. Di meha dawî de jî dema diçû kar, derî li ser zarokên xwe kilît dikir. 
 
BAV XWEST JI BO XWE BIKE BERDÊL…
 
Cîranan dan zanîn ku tu nas û xizmên malbatê li Rihayê tune bûne, lê di meha dawî de malbateke ji Sûriyeyê her tim malbata Amara ziyaret kiriye. Mohammde Dwla xwestiye bi keça malbata ku diçû serdana wan re bi zewice û keça xwe Amara Dwla jî bike berdêl û bi kurê mezin ê malbatê re bide zewicandin. Ji ber ku keça wî biçûk bû, di heman demê de ji malbatê 2 hezar TL pere xwestiye.
 
ŞOPÊN ÎŞKENCEYÊ
 
Lê zaroka 13 salî Amara, ligel hemû zoriyên bavê xwe jî zewacê qebûl nake. Amara ji ber vê yekê heya mehekê ji aliyê bavê xwe ve tê îşkencekirin.  Kesên şahidiya bûyerê kirin û ji ajansa me re axivîn wiha gotin: “Bavê wê tim digot ji bo parastina keçên xwe ew deriyê malê kîlît dike.”
 
Piştî şahidiya cîranan, em derbasî mala Arama ya ku tê de hat şewitandin bûn. Amara Dwla bi rojan di vê malê de tê hespkirin, îşkence  kirin û herî dawî jî tê qetilkirin. Şopên qetilkirina Amara hîna jî di serşo û tuwaletê de xuya dikin. Ji ber ku paceya serşoyê bilind û biçûke, cîran dengê qîrên Amara ya ku bi rojan îşkence lê hatiye  kirin, nabihîzin. 
 
Di malê de tişta herî bala mirov dikişîne, pêlîstokên zarokan, wêneyên Amara xêz kirine, helbestên nivîsandine û nişeyên girtine. Amara ya ku hîna 13 salîbû sê welatan û li Tirkiyeyê jî sê bajaran digere. Bavê wê dixwest wê bike qûrbanê zewaca xwe. Amara ku ji vê yekê reviya, hat îşkencekirin û dûre hat şewitandin. 
 
Nîşeyên ku Amara li dû xwe hiştin, çîrok û gotinên ku wê nivîsand tevî zaroktiya xwe giraniya serpêhatiyên xwe eşkere dike. Nişeyên wê di asta qîrîniyê de ne û ji bo ku tu zarokên din rastî vê muameleyê neyin, her yek mîna dersekê ne. 
 
ÇÎROKA AMARA 
 
Di hin çîrokên Amara yên bi zimanê erebî li deftera xwe nivîsandine, derbarê zewaca bi zorê de tespîtan dike. Amara çîroka xwe, zewaca xwe ya bi zore û dûre rastî tundiyê bê, bi karakterê Safa re vedibêje. Safa di çîrokê de jinek bextreşe. Ji derveyî Safa, du jinên navên wan Latîfe û Zeynep ên di çîrokê de derbas dibin jî rastî zextan tên û qet ne kêfxweşin.
 
KARAKTERÊ SAFA
 
Di beşeke çîroka Amara nivîdandî de, wiha dibêje: “Safa bi kincê xwe yê kûrt derdikeve kolanê. Mîna zarokan dibin baranê de ji xwe dilîze.” Arama ya ku di malê de tê hepiskirin, rastî tundiyê tê û nikare dengê xwe bide bihîstin, di goşeyek deftera xwe de, wisan difikire ku wê rojekê ji vê tarîtiyê rizgar bibe û vê nîşeyê digire: “Ez di rewşek ne baş de em. Ez xemgîn im. Lê min baweriya xwe winda nekiriye.  Bêguman rojekê ez ê bifirim ger baskên min şikestî bin jî. Wê demê, dê tu kes nekare li hemberî min raweste.” Amara di nişeyek xwe ya 3’yê Tîrmeha 2021’an de jî qala êrişên i dijî Sûriyeyî yan dike. 
 
Amara, di nişek xwe ya din de wiha dinivîse: “Çavên min çîroka min vedibêjin. Ez mîna pêlên ku kêştiya min ser û bin kirin bi tenê me. Gelo çi ji min hat wisan, êdî baweriya min nemaye. Ez bê hêvî me, heliyam û winda bûm. Min got ez keyfxweşim, lê min derew kir. Min di vê rêyê de fedakarî kir, ez feda bûm. Ez di tariyê de bi tenê me, digirîm û rondikên çavên min mîna barana ji ewran dibare, qîrîna di hûndirê min de, min dadiqurtîne. Min hezkiriyên xwe winda kirin, hemû şopên jiyana min winda bûn. Xemgîniya min, ez ji xewnên min jî mehrûm kirin. Êdî ez westiyam.” 
 
BERXWEDANA AMARA
 
Amara di nişeyek xwe ya din de jî wiha behsa hêviya xwe ya jiyanê dike: “Di nava van hemû îşkenceyan de, min ne deverek bi ewle, ne jî ciheke ku hûndirê min rehet bike dît. Heya ku rojekê Nûr were serdana min… Nûr hûndirê min ronî kir. Tarîtiya di dilê min de çirand. Ji min re got; ‘Jiyana xwe dewam bike û dilê xwe tejî hêvî bike. Neke nava xeyalan, tu çiqas êş bikişînî jî, bê rawestandin bimeşe.’ Min hemû şopên tiralbûnê yên li ser xwe jê birin. Bi vî awayî ezê karibim tişta ku dixwazim bi dest bixim. Tevî ku keştiya min vegeriya ye be jî, keştiya min saxleme.”
 
 DAYIKA AMARA 
 
Amara di heman demê de, hestên zarokekê yên ji bo dayika xwe bi gotinên stranekê  wiha dinivîsine: “Dayika min, a di hizûrê de tu yî, ya di ewlehiyê de tu yî. Lêdana dilê de, di hizûra te de dikele,  tu qet gilî nakî, dayika min dermanê demê û ronahiya rêya min.” 
 
Amara herî dawî, vê nişê li deftera xwe dinivîse: “Piraniya mirovan, rastî çiye dizanin, lê xelatiyan dikin.”
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel