TJA’yê ji bo Ayşe Gokkan banga piştevaniyê kir

  • jin
  • 11:18 11 Îlon 2021
  • |
img
AMED - TJA’yê ji bo Berdevka xwe ya Demê Ayşe Gokkan ku girtî ne û wê di 13’ê îlonê de derkeve pêşberî dadgehê, banga piştevaniyê kir. 
 
Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan bi îdîaya "rêvebera rêxistinê ye" û "endama rêxistinê ye” girtî tê darizandin. Danişîna 22’yemîn a doza Gokkan wê roja 13’ê îlonê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were lidarxistin. TJA’yê beriya dozê banga piştevaniya ji bo Gokkan kir. 
 
Daxuyaniya nivîskî ya TJA’yê wiha ye: "Berdevka me ya demê Ayşe Gokkan ku mafê wê yê parastina bi Kurdî, hat redkirin, wê di 13'ê îlonê saet li 10:30’an de li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê danişîna wê were dîtin. Em 13'ê îlonê de bi hev re biqîrin wek ku Ayşe gotiye: 'Em Kurd in, em jin in, em li vir in’ xwedî lê derkevin.”