Namzeta serbixwe Mecîd: Divê êdî Iraq bi hişmendiya jinê bê birêvebirin

  • jin
  • 09:08 22 Îlon 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di hilbijartinên Iraqê yên 10'ê Cotmehê de, 8 namzet jê jin in. Ji namzetên jin a serbixwe Ronak Mecîd got: "Divê Iraq êdî bi hişmendiya jinê bê birêvebirin." 

Li Iraqê hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê wê di 10’ê cotmeha 2021’an de werin lidarxistin û wê ji 82'ê herêman 24 mîlyon welatî biçin ser sindoqan.  Ji bo hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê hejmata namzetan jî 3 hezar û 247 e. Li herêmê li gorî qanûna hilbijartinê ku nû hatiye guhertin, hilbijêr wê li herêmên xwe dengên xwe bi kar bînn. Îsal 21 partiyên siyasî û gelek namzetên serbixwe di nav xebatên hilbijartinê de cih digirin. Di heman demê de li seranserî Iraqê ji bo parlementoyê 8 namzetên jin jî hene. 
 
Ronak Mecîd ku li Silêmaniyeyê namzeta serbixwe ye, têkîldarî hilbijartinên 10'ê Cotmehê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
8 NAMZET JIN IN
 
Namzeta serbixwe Ronak Mecîd, diyar kir ku di hilbijartina îsal de 8 jinan namzetiya xwe daniye û her jin ji bo guhertinê xebateke mezin dide meşandin. Mecîd got: "Em ê wekî namzetên serbixwe tevlî hilbijartinan bibin. Lê tişta bûyî jî Tevgera Azadî ya Kurdistan piştgirî da me. Rast e em endamên Tevgera Azadî bûn, lê em serbixwe tevlî hilbijartinê bûn. Ji ber sedemên cuda. Di van hilbijartinan de çend namzetên jin hene. Li gorî qanûnên nû yên hilbijartinê yên 2021'ê, li seranserî Iraqê 24 mîlyon kes wê biçin ser sindoqê. Niha li Silêmaniyeyê 5 cihên dengdayînê hene. Di her cihê dengdayînê kotayên jin hene. Ji bo nimûne, cihê ku min namzetiya xwe lê daniye ez tenê li wir namzet im. Li wir jî piraniya dengên ku têne dayîn ji bo namzetê mêr in."
 
Mecîd, anî ziman ku  ji ber ku pirsgirêkên gelên herêmê baş nabin rojeva parlementoyê, ew bûye namzet û wiha dom kir: "Ji bo çi ez tevlî van hilbijartinan bûm? Ji  ber ku ez nafikirim ku kesên di parlamentoyê de cih digirin, dengê kurdan û  Kurdistanê didin bihîstin. Bi taybetî jî ew tiştên ku li Silêmaniyeyê diqewimin ez bawer nakim ku ji raya giştî re bi awayekî objektîf tên ragihandin. Ez jî wekî jinekê tevlî bûm. Çimkî hejmara tevlîbûna jinan pir kêm e. Min ew wekî berpirsiyariyeke dît û ez beşdar bûm. Ez li vir im ku dengê gelê xwe û serpêhatiyên wan li parlamentoyê bînim ziman. Ji bo ku em ji berjewendiyên kesane dûr bikevin û bêtir dengê civakî bidin bihîstin û zagonên civakî zindî bihêlin ez bûm namzet. Ji bo ku em baweriya gel ji nû ve bi dest bixin, em dixwazin bi rengê jinê û nêrîna jinê beşdarî parlementoyê bibin."
 
'DIVÊ IRAQ ÊDÎ BI HIŞMANDIYA JINÊ BÊ BIRÊVEBIRIN'
 
Mecîd, bilêv kir ku jin di her qadên jiyanê de ked, xebat û têkoşînê didin û ji bo vê jî divê li parlamentoyê jî cih bigirin û wiha got: "Di nava civakê de û di hûndirê malê de kesa ku herî zêde kedê dide jin e. Ji ber wê jî divê di parlementoyê de herî zêde jin cih bigirin. Çimkî herî zêde jin dikare pirsgirîkên civakî di parlementoyê de bîne ziman. Ne tenê bi çend kursiyan divê nîvê parlamentoyê ji jinan pêk bê. Ji bo ku baweriya gel çêbibe divê jin di parlamentoyê de bin. Geşedanên ku tên jiyîn ne dûrî jinan in. Ji ber vê yekê, divê jin beşdarî perwerdeyên me bibin û têkoşîna xwe mezin bikin. Divê jin tevlî hilbijartinê bibin. Divê êdî Iraq bi hişmendiya jinê were birêvebirin. Dema ku me ev yek bi dest xist wê demê em dikarin modelekê biafirînin ku ji cîhanê re bibe mînak."
 
'AQNLÊ SERDEST DIBE SEDEMU QETLÎAMÊN JINAN' 
 
Mecîe, bal kişand li ser rol û mîsyona jinan û diyar kir ku heke li herêmê jin birêxistin bibin, wê li herêmê guherşneke mezin çêbibe û wiha pê de çû: "Pêdiviya jinên herêma Kurdistanê û Iraqê bi rêxistinbûyînê heye. Ger saziyên jinan ên li vir mil bidin hev du û werin gel hev wê demê wê serkeftineke  gelekî girîng bi dest bixin. Di vê wateyê de, têkoşîna jinan ji tekoşîna kesayetî wêdetir wê bibe tekoşîna civakî. Dikarin di gelek cureyan de xwe perwerde bikin. Jin perwerdekar e. Çawa ku zarokan perwerde dike, dikare civakekî jî perwerde bike û têkoşînê mezin bike. Ev hêza jinan heye. Ji ber wê divê jinên herêmê bi xwe bawer bin. Ji bo me pir watedar û girîng e ku jin beşdarî vê têkoşînê bibin. Pêşxistina fikira jinê û birêxistina aqilê jinê wê guhertineke mezin li herêmê ava bike. Di her şoreşên cîhanê de jin pêşeng e. Lê mixabin ev rol û mîsyona jinê di roja me ya îro de ji jinan hatiye dizin û desthilatdariya xwe li ser jinan ava dike. Ew jinên ku îro di saziyên dewletê de cih digirin jî bi hişmendiya desthilatdariyê tevdigerin. Divê ev jin bizivirin eslê xwe. Ji ber ku koka civaka kurd jin e, divê jin li civaka xwe xwedî derkevin. Divê jin êdî di rêveberiyê de cih bigirin. Xwekuştinên jinan, şewitandina jinan li seranserî Iraqê pir zêde ye. Di Rojhilata Navîn de û bi taybetî jî li Iraqê hişmendiya zilamtiyê zêde bi pêş ketiye. Ev hişmendiya desthilatdar dibe sedema zêdebûna tundiyê û xwekuştina jinan. Aqilê ku îro herêmê bi rê ve dibe, dibe sedema qetlîamên jinan."
 
'ÊN KU ŞENGALÊ DIPARÊZIN JINÊN ÊZIDÎ NE'
 
Mecîd, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li ser jinên êzidî jî û destnîşan kir ku li Şengalê jin civaka êzidî diparêzin. Mecîd, got: "Beriya 2014'an Birêz Ocalan ji bo Şengalê hişyarî da. Got, civaka êzidî bi fermaneke nû re rû bi rû ye. Nêrînên wî rast derketin. Ev komkujî herî zêde zirar da jinên êzidî. Ji ber ku ev jin berê nehatibûn cem hev û xwe birêxistin nekiribûn, bi wehşeteke mezin re rû bi rû man. Piştî vê fermanê li jinên êzidî lêgerîneke azad peyda bû. Ji bo ku bigihijîn armancên xwe, îro li ber xwe didin. Piştî vê fermanê, ew teslîmî tiştên ku hatin serê wan nebûn û xwe birêxistin kirin. Niha li Şengalê ên pêşengiya şoreşê dikin jin in. Ev deskeftiyeke gelek bi wate û girîng e. Em dikarin bibêjin ku îro hêza ku wê Şengalê biparêze jinên êzidî ne."
 
'EM Ê BI FIKR Û RAMANÊ JINÊ BI RÊ VE BIBIN' 
 
Mecîd di dawiya axaftina xwe de li ser êrişên li herêmê jî sekinî. Mecîd, bilêv kir ku erişên li herêmê bi hevkariya PDK'ê çê dibin. Mecîd, got: "Dewleta tirk a dagirker ji bo ku gelê kurd bi qirkirinekê re rû bi rû bihêle, hemû cureyên şer bi kar tîne. Ji bo ku hebûna gelê kurd biqedîne serî li hemû şêwazên tunekirinê dide. PDK piştgiriyê dide dewleta tirk û ev xwefirotin e. PDK ji bo dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê hevkariyê dike. Wekî ku em dibînin, gel ji ber vê nêzîkatiyê nerazî ye. Ne tenê PDK, ew aqilê zilam ku niha di nav saziyên me de heyî piştgiriyê dide dagirkirinê. Ev hikûmeta heyî wisa kiriye ku her qadên civakî bi hişmendiya zilam bê birêvebirin. Heta niha rê nehatiye dayîn ku welat bi aqilê jin bê birêvebirin. Kesê ku bixwaze jî bi fikriyata jinê bi rê ve bibe jî nikare li herêmê kar bike. Ji ber vê em ji xwe bawer in û em ê herêmê bi fikr û ramanê jinê bi rê ve bibin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût