Hûrînaz Arikbaşli ku 50 sal in karê tûtinê dike: Em salowext dixebitin

  • jin
  • 09:11 22 Îlon 2021
  • |
img

BEDLÎS - Li navçeya Xîzan a Bedlîsê Hûrînaz Arikbaşli ya 65 salî 50 sal in karê tûtinê dike. Arikbaşli got: "Ne havîn ne zivistan, karê me salowext heye. Hatime vî umrî, lê hê jî heya êvarî bi tûtinê re bilî dibim." 

Li gundê Xumaç ê navçeya Xîzanê ya Bedlîsê, dema palehiya tûtinê dest pê kir. Tûtin bi piranî bi keda jinê tê çandin û tê çinîn. Jinên karker şeveqê zû radibin û dest bi kar dikin. Ji xeynî demên bêhnvedanê bênavber dixebitin. 
 
50 SAL IN VÎ KARÎ DIKE
 
Hûrînaz Arikbaşli ya 65 salî bi lêv kir ku berî roj hilê diçin nav erd û nêzî 50 sal in vî karî dike. Arikbaşli ku di 14 saliya xwe de hatiye zewicandin, anî ziman ku piştî ku gundê wan hatiye şewitandin çend salan li navenda bajêr mane û paşê cardin hatine gundê xwe û dest bi karê xwe yê tûtinê kirine. Arikbaşli, diyar kir ku tenê bi tûtinê debara xwe dikin û got: "Em şeveqê saet di 5'an de li nav erd in. Biharê piştî çandiniyê, em tevrikê dikin. Piştî wextekê tûtin dibişkive û wê çaxê em kulîlkên wê jê dikin. Ev vî karî du caran dikin. Taliyê jî em tûtinê berhev dikin û dibin malê û em pelên tûtinê di zilan re radikin. Zivstanê jî em wan ji zilan derdixin û pelên hişkbûyî hûr dikin û dikin tûtin. Ne havîn ne zivistan, karê me salowext heye. Hatime vî umrî hê jî bi vî karî re bilî dibim. Zarokên min betal in, em jî ji bêgavî vî karî dikin. Em debara xwe bi tûtinê dikin. Ne ji tûtinê be, em ê birçî bimînin." 
 
KAR LI SER PIŞTA JINA YE
 
Ozlem Arikbaşli ya 39 salî jî destnîşan kir ku bi piranî jin karê tûtinê dikin û ew jî ji 10 saliya xwe heya niha vî karî dike. Arikbaşli got: "Ne ji jina be, mêr nikarin tûtinê biçînin. Mêr tenê avdaniyê dikin û piştî em berhev dikin karê din dikin. Ji ber vî karî dikim, zarokên min naçin dibistanê. Karê tûtinê, karekî zehmet e. Em havînê bi tenê nakin, zivistanê jî em karê tûtinê dikin. Em zivistanê wê hûr dikin. Em jin 3 mehan li nav erdan dixebitin. Ji ber ev qas kar, tu bikî nekî rihetiyek me tune ye." 
 
DEBARA XWE TENÊ BI TÛTINÊ DIKIN
 
Arikbaşli, anî ziman ku tu fêdeya dewletê nagihê wan û bi tûtina ku difiroşin bi zorê debara xwe dikin. Arikbaşli, bal kişand ser belgeya karbidestiyê ku îqtidarê li wan ferz kiriye jî û got: "Heger ev biryar pêk bê, dê mirovên li van deran birçî bimînin. Mirov nanê xwe ji tûtinê derdixin. Tevahiya gundên Bedlîsê debara xwe bi tûtinê dikin. Li van deran fabrîkeyek, derfeteke kar tune ye ku mirov bixebitin û debara xwe bikin. Lewma gel ji bêgavî tûtinê diçîne. Ma mirov vî karî nekin, îja dê çi karî bikin? Tew mirovên berê xwe didin bajarên mezin, ji ber ku nikarin li wir debara xwe bikin cardin berê wxe didin vir û dest bi çandina tûtinê dikin."