Nobedarê Miduriyeta Polîsan jinek qetil kir

  • jin
  • 09:30 26 Îlon 2021
  • |
img
STENBOL - Nobedarê li Miduriyeta Polîsan a Navçeya Gazîosmanpaşayê peywirdar bû, li Kagithanê jina bi navê Nûrgul Altintaş qetil kir. 
 
Nobedarê ku navê wî nehat zanîn ê li Miduriyeta Polîsan a Navçeya Gazîosmanpaşayê peywirdar bû, li Kagithaneya Stenbolê jina 35 salî Nûrgul Altintaş bi çekê qetil kir. Bûyer duh bi şev, saet 22.00’an, li Parka Yûnûs Emre ya li Kolana Ayazma ya Taxa Navendê pêk hat. Nobedarê li Miduriyeta Polîsan a Navçeya Gazîosmanpaşayê peywirdar bû, hat gel Nûrgul Altintaş û gule berdayê. Ekîbên tenduristiyê û polîsan li ser agahî dayîna welatiyên derdorê sewqî cihê bûyer hatin kirin. Ekîban piştî mudaxileya ewil Altintaş rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Cemîl Taşçioglû ya Okmeydani. Altintaş a bi giranî birîndar bibû, li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.  
 
Hat diyarkirin ku nobedarê kujer piştî bûyerê hatiye binçavkirin.