CFWIJ: Nûçegihaniya jinan tê terorîzekirin.

  • jin
  • 16:04 29 Îlon 2021
  • |
img
ENQERE - Di Rojnamegeriyê de Koalîsyona Jinan, diyar kir ku bi xwestina 20 cezayê girtîgehê yê ji bo rojnameger Nûrcan Yalçin nûçegîhaniya jinan tê terorîzekirin.
 
Di Rojnamegeriyê de Koalîsyona Jinan (CFWIJ), derbarê 20 sal cezayê girtîgehê ku bi angaşta "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê"  ji bo rojnameger Nûrcan Yalçin tê xwestin de daxuyaniyeke nivîskî da. CFWIJ, di daxuyaniya xwe de cezayê ku ji Yalçin re tê xwestin şermezar kir û diyar kir ku bi xwestina 20 cezayê girtîgehê yê ji bo rojnameger Nûrcan Yalçin nûçegîhaniya jinan tê terorîzekirin. Em bang li rayedarên tirk dikin ku ji azadiya çapemeniyê re rêz bigirin.