Li Antalyayê jinên HDP'î hatin gelhev

  • jin
  • 16:48 2 Cotmeh 2021
  • |
img
 
ANTALYA - Li navçeya Kepezê jinên HDP'î ku hatin gelhev, bal kişandin ser têkoşîna birêistinkirî. 
 
Meclisa Jinan a HDP'ê, li navçeya Kepez a Antalyayê hevdîtina bi jinan re li dar xist. Berdevka Merclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, endamê Koordînasyona Jinan Bena Çelîk, Endama Meclisa Partiyê ya HDP'ê Songul Şarkli, Endamên Meclisa Jinan a HDP'a Antalyayê û gelek jin tevlî hevdîtinê bûn. Başaran, di hevdîtinê de axaftineke kir û bal kişand ser têkoşîna jinan a li dijî zihniyeta zilam a serwer û got ku divê jin xwe di her qadê de bi rêxistin bikin. 
 
Piştî axaftina Başaran jinan li ber muzîlê govend gerandin.