‘Cezakirina Gokkanê peyamek e ji bo têkoşîna jinê'

  • jin
  • 09:06 29 Cotmeh 2021
  • |
img

ENQERE - Endama Koordînasyona Jinan a HDP'ê Latife Demîrcî Kahya, ji bo 30 sal cezayê li Ayşe Gokkanê hat birîn anî ziman ku ev ceza peyamek e ji bo têkoşîna jinê û bang li feminîstan kir ji bo piştevaniyê. 

Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê 30 sal ceza li Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkanê birî. Jinan, destnîşan kirin ku bi cezakirina Gokkanê têkoşîna jinê hatiye cezakirin. Endama Koordînasyona Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Latîfe Demîrcî Kahya û ji jinên anarşîst Zeynep Tan, cezayê li Gokkanê hat birîn nirxandin. 
 
Endama Koordînasyona Jinan a HDP'ê Latşfe Demîrcî Kahya, anî ziman ku bi 30 sal cezayê li Ayşe Gokkanê hatiye birî, jin hedef hatine girtin û peyameke ji bo têkoşîne jinê. Kahya, destnîşan kir ku lê tevgera jinê ya kurd bi salane kuçe terk nekirine û got: "Ji ber vê bi zextine dijwar rû bi rû dimînin û tên cezakirin." Kahya, bilêv kir ku ji ber ku pergal nikare serî bi têkoşîna tevgera jinan derxîne, bi vî away hewl dide heyfê bistîne. 
 
‘EM AYŞEYÊ BI TENÊ NEHÊLIN'
 
Kahya, destnîşan kir ku zext û zorî çi dibin bila bibin, dê tim bitêkoşin û got: "Bi Ayşe Gokkanê re 8'ê Adaran, 25'ê Mijdaran û di heman demê de hevserokatî tê darizandin. Em dikarin bi piştevaiyê xwedî li Gokkanê derkevin. Bang li hemû rêxistinên jinan û feminîstan dikim ku em kuçeyan neterkiînin û Ayşeyê bi tenê nehêlin." 
 
Ji jinên anarşîst Zeynep Tan jî diyar kir ku tu hukmekî cezayê li Ayşe Gokkanê hatiye birîn tune ye û got: "Çendî Ayşe di nava 4 dîwaran de be jî, lê ya rast jineheke ruhazad e. Jineke fikrên wê azad e." Tan, vê pêngava dewletê wekî pêngaveke stratejîk a li hemberî têkoşîna jinê şîrove kir û got: "Ne Ayşe Gokkan, ne jî jinên din ne bi tenê ne. Ayşe, jiyana jinê dişibîne perengekî ketiye ser axê û em ê jî bi domandina vê têkoşînê re xwedî li vê perengê derkevin." 
 
Tan, destnîşan kir ku di demên dawî de li hemberî jinan zextine pir dijwar hene û got: "Dixwazin me bitepisînin, lê em ne jinine ku bi girtinan bên tepisandin. Têkoşîna jinê bi zimanê nefretî yê dewletê, bi zext û zoriyên dewletê hedef tê girtin. Dewlet dixwazin bi van zextan sekteyê li têkoşîna jinê bixe. Di şexsê Ayşe Gokkanê de em li cem hemû jinên girtî û jinên xwe parastine ne."