Derbarê dayika Pinar Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin

  • jin
  • 14:37 2 Mijdar 2021
  • |
img
MÛGLA - Derbarê dayika Pinar Gultekîn a ku Cemal Metîn Avci ew qetil kiribû Şefîka Gultekîn de ji ber ku gilîyê wê hatiye kirin lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
Li Mûglayê, demek beriya niha Cemal Metîn Avci hevala xwe Pinar Gultekîn bi îşkenceyê qetil kiribû. Bi hinceta ku dayika Gultekîn Şefîka Gultekîn di danişîna doza ku di 26'ê nîsanê de hatibû dîtin de jê re gotiye, 'Ez ê te bikujim kûçik' kujer Cemal Metîn Avci giliya Şefîka Gultekîn kir. Hat diyarkirin ku li ser vê gilîkirin bi angaşta "gef û heqaretê" doz li Gultekîn hatiye vekirin û wê îfade bide.