Li dijî tezkereyê banga ji bo têkoşîneke yekbûyî

  • jin
  • 09:07 3 Mijdar 2021
  • |
img

STENBOL - Rêxistinên jinan, anîn ziman ku dê tezkereya şer herî zêde bandorê li jin û zarokan bike û ji bo têkoşîneke yekbûyî bang kirin. 

Tezkereya ji bo operasyonên derveyî sînor di 26'ê Cotmehê de bi rayên AKP, MHP û Partiya ÎYÎ'yê hat qebûlkirin. Rêxistinên jinan destnîşan kirin ku dê tezkereya şer bibe sedema koçberî û tahdeyine nû. 
 
ISRARA AKP'Ê YA JI BO ŞER
 
Berdevka Giştî ya Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) Çîçek Otlû, destnîşan kir ku di serî de jin divê tevahiya muxalefeta civakî li ber şeran rabin. Otlû, bilêv kir ku her ku AKP ditengije berê xwe dide kurdan û muxalifan û got: "Em dibînin ku ew hegemonyaya li ser bindestan dirûxe. Em di anketan de jî dibînin ku ji bo derdora xwe jî nabe hêvî." Otlû, diyar kir ku ji bo domandina îqtidarê di dest AKP'ê de tenê "netewperestî" û "şoevnîzm" maye û got: "AKP, amadekariyên şer û dagirkirina Sûriyeyê dike. Armanca sereke fetisandina Şoreşa Rojavayê ye." 
 
ŞER Û JIN
 
Otlû, bal kişand ser bandora şeran a li ser jinan û got: "Şer, tu carî ji bo jinan aştî û azadî neanîne. Qebûlkirina tezkereyê tê wateya dê şer du salên din jî bidome. Em baş dizanin dê bi xwe re betalî û xizaniyê bîne. Her wiha dê di şerekî gengaz de jin koçber bibin. Dê bûyerên destdirêjî, tahde û tacizê zêde bibin. Lewma em baş dizanin ku dê ev şer bi xwe re koçberî, xizanî û tahdeya li hemberî jinan bîne." 
 
ARMANC ERDNÎGARIYA KURDAN E
 
Ji Rizgariya Jinan eşîm Turker jî destnîşan kir ku armanca tezkereya şer ew e ku qismek axa Sûriyeyê bi dest bixe û li her çar perçeyan tevgera azadiyê ya kurdan bifetisîne. Turker, anî ziman ku îqtidar dixwaze şer li hemû erdnîgariya kurdan belav bike û got: "Îqtidara ku li hundir nikare bi rê ve bibe û tu rewabûnek wê nemaye, hewl dide bi dijminatiya li hemberî kurdan û bi şer cardin rewatiya xwe bi dest bixe." 
 
ÊRIŞINE SÎSTEMATÎK
 
Turker, bilêv kir ku polîtîkayên îqtidarê yên li hundir û derve pevgirêdayî ne û ji bo vê êrişên sîstematîk ên li hemberî rêxistinên jinan wekî mînak da. Turker got: "Îqtidar ji hêlekê ve bi kesên unîfromayî yên wekî Mûsa Orhan jinên kurda taciz dike û dest dirêjî wan dike, li aliyê din jî li xaka Rojavayê bi destê çeteyan bi dehan jinan qetil dike ûd irevîne."
 
Turker, destnîşan kir ku armanca tezkereyê tê wateya ku dê polîtîkayên taciz, destdirêjî û tahdeyî yên li hemberî jinan bidomin.  
 
TÊKOŞÎNEKE YEKBÛYÎ
 
Turker, bilêv kir ku li dijî şeran e û bang li îqtidarê kir ku guh bidin qîrînên jin û zarokan ên ji bo aştiyê. Turker got: "Tevgerên jinan ên Tirkiyeyê divê polîtîkayên şer ên îqtidarê teşhîr bikin û xeteke têkoşîneke yekbûyî çêbikin. Ev êriş tenê ne li hemberî gelê kurd, li hemberî tevahiya derdorên muxalif ên Tirkiyeyê ne. Lewma em vê biryarê nas nakin û pêdivî bi têkoşîneke yekbûyî heye. Em bi hev re dibêjin ji şer re 'na'." 
 
MA / Esra Solîn Dal