‘Mûyek porê wê bi tenê jî hêjayî têkoşînkirinê ye'

  • jin
  • 09:06 4 Mijdar 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Emîne Balûr ku piştî têkoşîneke 178 roja cenazeyê keça xwe ya 450 xiram mayî wergirt, got: "Mûyek porê keça min jî bûna, heya min ew negirtana ez nedisekinîm." 

Cenazeyê Hediye Balûr (Slav Ronahî) ya YJA STAR'î ku di şerê 7-8'ê Gulanê yê li Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 178 rojan ji hêla malbatê ve hat wergirtin. Malbatê gava çû cenaze wergire, dît ku ji Balûrê tenê 450 xiram maye. 
 
Malbatê xwest perçeyê ji keça wan mayî defin bike. Ji bo vê serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê da. Lê serdozgeriyê serlêdana wan qebûl nekir. Hat ragihandin ku heya cenaze neçe Saziya Tiba Edlî (ATK) û piştî ATK'ê dozger biryarê nede dê cenaze neyê dayîn, lê cenaze di meha Îlonê de li "goristana bêkesan" hat definkirin. 
 
Piştî hewldanên dûr û dirêj ên malbatê cenazeyê Balûrê ji goristana "bêkesan" li Mêrdînê hat wergirtin û li navçeya Hezex a Şirnexê hat definkirin. 
 
Dayik Emîne Balûr, diyar kir ku berê gelek caran serî li Dozgeriya Komarê ya Mêrdînê dane û her tim ji wan re hatiye gotin ku "cenazeyê we li ATK'ê ye, encam nehatine." Balûr, anî ziman ku piştî wextekê pê hesiyane ku cenaze li goristana "bêkesan" hatiye veşartin. Dayik Balûr, destnîşan kir ku ji bo aqûbeta cenaze tu tişt ji wan re nehatiye gotin, lê piştî bi israr têkoşiyane cenaze wergirtine û got: "Mûyek porê keça min jî bûn, heya min ew negirtana ez nedisekinîm. Mûyek porê wê bi tenê jî hêjayî têkoşînkirinê ye. Gere hemû dayik wiha bikin. Xwezî dayik neêşiyana û xwezî ev zarokên me yên dawî bûna, lê mixabin ne wisa ye." 
 
DOZGER: DAYIKÊN CENAZEYMN ZAROKÊN XWE WERNEGIRTINE HENE
 
Balûr behsa hevdîtineke li dozgeriyê kir û got: "Dozger got, 'Şikir bike, hin dayik hene cenazeyên xwe jî wernegirtine.' Li Mêrdînê di demên dawî de cenazeyên jinan nadin. Ev polîtîkayeke bi zanebûnî tê kirin. Gelo qey ji jinan ditirsin an jî ditirisn jin bi wan re şer bikin nizanim, lê li hemberî cenazeyên jinan polîtîkayeke wis aheye." 
 
'EM SERBILIND IN'
 
Dayik Balûr, destnîşan kir ku gava cenaze wergirtine û çûne bajarê xwe, li têketina goristanê polîsan astengî danîne ber wan û nehiştine hin xizmên wan têkevin hundirê goristanê û gef li wan xwarine ku gava dirûşme bên berzkirin dê cenaze nedin wan. Balûr di dawiya axaftina xwe de got: "Axirê me keça min li cem hevalên wê defin kir. Em dizanin li ku derê ye. 7 meh in tu îşkence nema me nekişand. Niha aram im. Wekî ku keça min hatibe mala xwe. Keça min di oxira tişta jê yeqîn dikir de têkoşiya. Di vê oxirê de jî jiyana xwe ji dest da. Lewma em serbilind in." 
 
MA / Omer Akin