Li Denîzliyê mirina biguman a jinekê

  • jin
  • 12:27 17 Mijdar 2021
  • |
img
DENÎZLÎ - Li navçeya Pamûkkaleyê, keya Semîha Aras ku li avahiya keyatiyê dijiya bi awayekî biguman mirî hat dîtin. 
 
Li navçeya Pamûkklayê ya Denîzliyê, keyaya taxa Feslegenê hemşîra teqawît Semîha Aras ku li avahiya keyatiyê dijiya bi awayekî biguman mirî hat dîtin. Ji roja yekşemê ve xizmên Arast jê agahî nedigiritn û agahî dan polisan. Polisên ku çûn keyatiyê li avahiyê cenazeyê Aras dîtin. Piştî lêkolînên ku li cihê bûyerê hatin kirin cenazeyê Aras ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK). Hat angaştkirin ku Aras beriya rojekê qrîza dil derbas kiriye û ji ber vê jiyana xwe ji dest daye. Wê sedema teqez a Aras piştî otopsiyê diyar bibe.