Bi têkoşîna jinê re çîroka vejîna duyem

  • jin
  • 10:31 18 Mijdar 2021
img
 
AMED - Çîroka Meryem Yildiz, ji bo hemû jinên di zarokatiyê de bi darê zorê hatine zewicandin, tahde li wan hatiye kirin û tevî hemû zext û zoriyên civakê jî ji bo li ser pêyan bimînin li ber xwe didin, dibe ronahî. 
 
Jin hewl didin ku di şert û mercine ku tahde, taciz, destdirêjî û kedxwarî pir zêde bûne de careke din di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Hemberî Tahdeya Li Dijî Jinê de dakevin qadan.
 
Çendî ku tahde û newekhevî ji hêla dewletê vê bên kûrkirin û kiryar bi destê darazê bên parastin jî, jin ji bo "jiyaneke nû" israr dikin û serî natewînin. Yek ji van jinan jî Meryem Yildiz e. 
 
Yildiz hê gava 17 salî bûye hatiye zewicandin û gava bûye 18 salî bûye dayik. Yildiz ku dema zewicandî bûye tim tahde lê hatiye kirin, piştî 13 salên zewacê biryar girtiye ku ji vê dîlgirtinê rizgar bibe. Yildiz ku zextên civakî jî dane ber çavên xwe û xwe ji vê tahdeya fizîkî û derûnî ya mêr xelas kiriye, vê carê jî bi tahdeya dewletê re rû bi rû maye. Yildiz ku di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adara 2019'an de bû Hevşaredar Erxeniyê, di 25'ê Adara 2020'an de qeyûm tayinî şûna wê hat kirin û bi awayekî bêhiqûqî ji peywirê hat girtin. Yildiz, hevnasîna xwe ya bi têkoşîna jinê re wekî "vejîna duyem" pênase kir û behsa guherînên di jiyana wê de rûdane kir. 
 
Yildiz, anî ziman ku ji ber rolên zayendiya civakî jin hê ji zarokatiya xwe ve bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin û wiha behsa tiştên di dema zewacê de hatine serê wê kirina: "Ez di 17 saliya xwe de hatim zewicandin. Di 18 saliya xwe de jî bûm dayik. Piştî 19 saliya xwe jî bi tahdeya fizîkî û derûnî re rû bi rû mam. Tahdeya fizîkî her diçû zêdetir dibû. Li Rojhilata Navîn tiştên wekî zewacê bi merasîman li ber dilê mirovan tên xweşkirin. Lê halbûkî 'zewac' ji cem 'xwediyekî' çûna cem 'xwediyekî' din e. Xwediyê we yê pêşî bira û bav in, lê gava tu dizewicî hevjînê we ye. Tahdeya li nav malê, bi kesê ku tu pê re zewicandiyî digihê asteke pir cuda. Û yê ku tahdeyê dike çendî mêr be jî, lê ya tê tawanbarkirin û şerm dike jî jin e."   
 
JIYANA PERGALÊ
 
Yildiz, diyar kir ku gelek jinên bi salan tahde li wan tên kirin nikarin vê yekê ji kesî re bibêjin û gava ev jin dixwazin dev ji hevjînên xwe berdin jî bi zext û zoriyên civakî re rû bi rû dimînin. Yildiz, destnîşan kir ku çendî tahde heye jî lê hin kes nikarin dev ji hevjînên xwe berdin û sedema vê jî feraseta "Ger tu ji mala bavê derkeveî, tu yê bi kefen vegerî" ye. 
 
Yildiz got: "Bi rastî jî tu bi kefen vedigerî. Ji lew re ya tê serê te tenê ne mirineke biyolojîk e. Tu bi awayekî ku derûniya te tarûmarbûyî vedigerî. Vê arê tu radibû ji serî de xwe bi malbatê didî peyotandin. Dayikên me dibêjin 'min kişand tu jî bikişîne.' A rast evqedereke giştî ya ku pergalê çêkiriye û tu bi vê têgihanê re redibû qedereke nû datînî ser vê qederê." 
 
JIYANEK NÛ
 
Yildiz, destnîşan kir ku tevî hemû zext û zoriyan jî piştî 13 salan dev ji zilamê pê re zewicandî berdaye û tevî keça xwe dest bi jiyanek nû kiriye û got: "Gava keça min dest bi dibistana seretayî kir, min jî dest bi zanîngehê kir. Ez hem bi keça xwe re mezin bûm, hem jî min pê re xwend. Gava behs dikim jî tê de dimînim, bê çi hatine serê min. Dê ev qas tişt bên serê te û bi ser de tu yê rabî bêyî sûcdarkirin. Ev mirovan bêtir diêşîne." 
 
Yildiz, anî ziman ku gava li zanîngehê bûye têkoşîna jina kurd nas kiriye û bi vê re serwext bûye. Yildiz guherîna di xwe de bi van gotinan pênase kir: "Em li erdnîgariya Kurdistanê dijîn û ev xak hatinedagirkirin. Ji ber vê civaka vê acê û jina vê axê jî di bin nîrê dagirkeriyê de ye. Em bi çarenûsa ku civakê sêwirandiye re rû bi rû ne. Lê ez serwext bûm ku li ber vê qederê serî rakim. Diviyabû min serî rakirina, ji lew re min nexwest keça min di rewşeke wiha de bijî. Min xwest azad be. Gava hûn dets bi şikandina zincîrên koletiyê dikin galgalên kesî ne xema we ye û hûn dibêjin, 'Êdî ez vê jiyana şaş qebûl nakim.'" 
 
TÊKOŞÎN
 
Yildiz, bilêv kir ku bi her jinê re feraset û hişmendiya têkoşînê heye, bes di warê eşkerekirina vê de kêmasî hene û got: "Jin gava ku vê yekê eşjere dikin êdî dets bi şikandina qalib û zincîran dikin. Min li zanîngehê têkoşîna jinê nas kir û min li wir mêjiyê xwe nû kir. Û min got, 'min ev tişt heq nekirine.' Ji lew re ev pergal cezayê jinbûnê bite dide kişandin. Piştî min dev jê berda û min rêxistinbûna jinê nas kir, ev ji bo min bû vejîna duyem. 15 sal in di nav têkoşîna jinê de me û ez tim ji jiyana xwe mînakan didim. Li hemberî me pergaleke ku bi heman ferasetê tê birêvebirin û tahdeyê li jinan dike heye û derdê me yê li hemberî vê pergalê heman derd e." 
 
PRTOTÎPA DEWLETÊ: MALBAT
 
Yildiz destnîşan kir ku bi hêza ku ji têkoşîna jinê wergirtiye ji tahdeyê xelas bûye û gava dev ji wî zilamî berdaye bi hin zor û zehmetiyan re rû bi rû maye, lê belê dîsa jî li ber van zor û zehmtiyan serî netewandiye.
 
Yildiz, anî ziman ku jin tim hewl didin xwe îspat bikin û got: "Çi li malê, çi li dibistanê, çi li saziyên civakî li hemû derî em bi feraseta baviksalariyê re rû bi rû dimînin. Ji lew re profîleke malbata demokratîk a dewletê tune ye û gava demokratîkbûyîn tune be ev malbat dibin prototîpa biçûk a dewletê. Lewma tu bi qedera hatiye hînkirin û tê ferzkirin re rû bi rû yî. Em jin jî li hemû qadên jiyanê li ber vê qedera ku hatiye danîn serî radikin." 
 
TÊKOŞÎNA JINA KURD
 
Yildiz, destnîşan kir ku têkoşîna jinê têkoşîna mirovahiyê ye û got: "Xwezî ez hîn zûtir daxilî nav têkoşînê bûbûma. Em jinên kurd têkoşîna me têkoşîneke jiyanê ye. Hemû lêhûrbûnên min li ser dîroka jinê ne. Ev têkoşîna me, tenê ne ya me ye, di heman demê de em hewl didin ji bo yên bê jî rêyekê vekin." 
 
DEMA AZADIYÊ
 
Yildiz, bilêv kir ku bi taybetî li herê bi polîtîkayên şerê taybet re tahdeyeke pir cuda tê kirin û got: "Em bi tahdeya ku dixwaze jinê tune bike re rû bi rû ne. Mînak, li herêma me fuhûş û tiryak tê berbelavkirin. Aktivîstên jin ên li hemberî vana têdikoşin jî tên cezakirin. Lê em li dijî van polîtîkayên tepisandinê hîn bihêztir dibin. Em jin em ê saziyên mêran ên li me tên ferzkirin pûç bikin û deverên demokratîk ava bikin. Em li dijî tahdeyê li qadan e û em ê tim li qadan bin. Rûxandina qaliban zehmet e, lê divê mirov ruhê nûbûnê bibîne. Hê me dilopek şerbeta azadiyê vexwariye, lê gava em bi temamî vexwin em ê bedewbûna wê bi temamî bibînin. Divê wêneyê mezin bê dîtin. Ne tenê di 25'ê MIjdarê de divê em tim bi rêxistinbûyîna jinê li qadan bin û dengê xwe bilind bikin. Niha dem demza azadiya jinê, dem dema şoreşa jinê ye." 
 
MA / Eylem Akdag