Amûreke zordar şerê taybet: Tirsa wan têkoşîna jinê ye

  • jin
  • 09:36 19 Mijdar 2021
  • |
img

AMED - Dewlet bi polîtîkaya şerê taybet a li herêmê dixwaze bi pêkanînên xwe yên li hemberî jinan civakê bi tevahî bimehîne. Her wiha kiryarên van pêkanînan dikin jî bi destê darazê tên parastin û jinên li dijî van pêkanînan têdikoşin jî tên girtin û bi salan ceza li wan tên birîn. 

Tahde û êrişên pergala baviksalarî ya li hemberî jinan di sedsala 21'ê de li seranserê cîhanê pir zêde bûye. Ev êriş û tahdeyên ku veguherîne tahde û êrişên sîstematîj, wekî şer û qirkirineke zayendî tên pêşvebirin. Ev yek bi taybetî li bajarên kurdan xwe wekî "şerê taybet" dide der. Gelo ev şerê taybet çi ye? Çima li baharên herêmê tê pêkanîn? Di hedef û armanca wê de kî hene? A rast bersiva van pirsan, bersiva awayê têkoşîna li hemberî şerê taybet jî di xwe de dihewîne. 
 
Gelo ev şerê taybet li herêmê bi taktîikine çawa tê pêkanîn? Ji bo bersiva vê pirsê mirov tenê li çend mînakên li herêmê mêze bike dê bes be. 
 
LI HERÊMÊ ŞERÊ TAYBET Û JIN
 
Li Tirkiyeyê polîtîkayên tên kirin bi bêjara (dîskorsa) yek netewe, yek ziman, yek ala, yek dîn tên kirin û ev veguherîne amûra şerê taybet. 
 
Gava AKP bû îqtidar, têgihên wekî "azadî, edalet, wekhevî, mafên jinan, xweza, xizanî" kirin rojev û di 19 salên îqtidara xwe de dîn ji xwe re kir amûreke siyasetê. Peymana Stenbolê ya li hemberî tahdeya li jinan tê kirin betal kir. Bi qanûnên nû re pêşî li ber zewaca di temenên biçûk de vekir. Darazê kir zirx ji destdirêjiyê re. Li ernîgariya kurdan bajar, çiya, çem û robar talan kirin. AKP'ê polîtîkaya xwe ya şerê taybet bi fikira "pêşî derbê li jinan bixin" pêk anî. Bi vê re adeta desdirêjiyê jî berbelav kir. Xwest bi bedena jina kurd peyamekê bide civakê. Bi "çapemeniya şerê taybet" polîtîkaya qelskirina jin û ciwanan kir. Çapemeniya şerê taybet ku "model"ek danî holê, civakeke li gor xwe afirand. Civakeke ku divê jin li gor wan bin. Jinên xwestin di nav wê civakê de cih bigirin, ketin tora "esker, çawîşên pispor, polîs"ên ku çapemeniya şerê taybet ew dixemilandin. Bi Komeleya Piştgiriya Jiyana Hevçerx û saziyên mîna wê dilê jinan bijandin çanda serdest û ev çand li tevahiya malan û civakê hat berbelavkirin. 
 
KARBIDESTIYEKE BÊSÎNOR JI BO UNÎFORMA
 
Hêleke din a polîtîkayên şerê taybet jî karbidestiya bêsînor a unîformayiyên li herêmê hatine bicihkirin. Bi taybetî di vê sala dawî de li herêmê bi destê esker, polîs û cerdevanan gelek êrişên taciz, destdirêjî û zayendî pêk hatin. Ji van êrişan hin jê ev in:
 
* Li navçeya Kercewsê ya Êlihê, di 12'ê Kanûna 2020'î de derket holê ku esker, polîs û cerdevan jî di nav de 27 kesan dets dirêjî zarokeke 15 salî kirine. Mdiûriyeta polîsan, walîtî û serdozgeriya komarê ku derbarê bûyerê de daxuyanî da, ji dêvla ku kiryaran zevt bikin gotin "operasyoneke têgihanî" ye û çapemeniyê hedef girtin. 
 
* Di 22'yê Adara 2020'î de li avahiyên TOKÎ'yê yên navçeya Peyas a Amedê Dîlek Kaya, ji aliyê binefser Y.Ç. ku li FErmandariya Jeta Sereke ya 8'an a Amedê peywirdar bû hat qetilkirin. Y.Ç. hat girtin. 
 
* Li Êlihê, di 7'ê Tîrmeha 2020'î de çawîşç pispor Mûsa Orhan dest dirêjî Îpek Er a 18 salî kir û ji ber vê Îpek Erê xwe kuşt. Piştî bertekên raya giştî Orhan hat girtin, lê piştî demeke kurt hat berdan û derbar wî de doz hat vekirin. Lê belê tevî hemû îtirazan jî Orhan bi awayekî negirtî tê darizandin. 
 
* Li Şirnexê di 15'ê Tîrmeha 2020'î de çawişê pispor Aslan A. dest dirêjî zarokeke 13 sakî kir. Aslan A. hat girtin û di danişîna dudoyan de hat berdan. 
 
* Li Wanê di 31'ê Tîrmeha 2020'î de zarokekî li wargeha zarokan di îfadeya xwe ya li Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) de got çawîşê pispor Tûfan A. yên li Fermandariya Tabûra Tevgera Taybet a Kovancilar a Xarpêtê peywirdar dest dirêjî wê kiriye. Dozgeriyê di îdianameyê de xwest Tûfan A. bi sûcê "devavêtinê" bê darizandin. 
 
* Li Colemêrgê di 26'ê Çileya 2021'ê de polîs Enes T. yê li Şaxa Hêzên Çevîkê peywirdar dest dirêjî karmenda sivîl G.A.U. ya limidûriyeta polîsan dixebite kir. Piştî G.A.U. gilî kir Enes T. ji peywirê hat girtin. 
 
* Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê di 18'ê Sibata 2021'ê de cerdevan H.B. û R.Ç. bi hinceta dest dirêjî jinekê kirine hatin binçavkirin. Her du cerdevan piştî gilîkirina jinikê hatin binçavkirin û piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan. Her du cerdevan bi awayekî negirtî tên darizandin. 
 
* Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di 25'ê SIbata 2021'ê de polîs Y.Y. dest dirêjî zarokeke 12 salî kir. Piştî ku zarokê tiştên hatin serê wê gotin, polîs hat girtin û wî şandin girtîgehê. 
 
* Li navçeya Şêrwan a Sêrtê di 14'ê Adara 2021'ê de derket holê ku cerdevanekî tecawizî M.E.'yan astengdara zihnî kiriye. Piştî ku jinik zarok anî dinê bûyer kifş bû. Di lêpirsîna hat destpêkirin de îfadeya cerdevan jî nehat girtin. 
 
* Li Wanê çawîşê pispor Talîp K. dest dirêjî xwendekareke lîseyê kir. Bûyer di 17'ê Cotmeha 2021'ê de kifş bû. PIştî zarokê îfade da, Tlîp K. hat girtin. 
 
* Li Colemêrg û Şirnexê di 22'yê Cotmeha 2021'ê de ji ber çeteyeke fuhûşê ku serekên wê cerdevan bûn jinek hat qetilkirin. Her wiha ji ber vê jinek jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da û hat angaştkirin ku jinekê jî hewl daye xwe bikuje. Çendî ku ev tişt kifş bûn jî, lê heya niha derbarê kiryaran de tiştek nehatiye kirin. 
 
JIN TÊN DARIZANDIN
 
Daraz, di bûyerên ku kiryarên wê diyar in de tu tiştî nake, lê jinên li dijî qirkirina jinan û polîtîkayên şerê taybet têdikoşin didarizîne û cezayên giran li wan dibire. Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku bi salan de têdikoşe, bi îdiayên "rêvebiriya rêxistinê" û "endamtiya rêxistinê" hat girtin û 30 sal ceza lê hat birîn. Derbarê yek ji damezrînerên Komeleya Jinan a Starê Rojbîn Borê de di 16 mehan de 28 lêpirsîn hatin destpêkirin. Her wiha polîsan heya niha du caran avêtiye ser Komeleya Jinan a Rosayê. Avakara komeleyê Ayla Akat Ata û seroka komeleyê Adalet Kaya jî di nav de derbarê gelek aktivîstên jin de lêpirsîn hatin Ydestpêkirin. Her wiha gelek jinên xwe parastin kirin jî ketin nav nahpikên darazê. Li welêt jin û zarok ji ber dewlet, mêr û darazê ve an hatin qetilkirin an jî xwe kuştin. 
 
Ji Platforma Jinan a Dîcleyê Sekretera Jin a Egîtîm Senê ya Şaxa 2'yan Songul Can, polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê nirxandin. 
 
POLÎTÎKAYA TUNEKIRINÊ
 
Can, mêrantî û îqtidarê wekî têgihên wek hev pênasekirin û anî ziman ku îqtidar û mêrantî mil xistine milê hev du. Can, destnîşan kir ku ev polîtîkaya navbirî herî zêde li hemberî jinan tê pêkanîn û armanca polîtîkayên şerê taybet jî tunekirina civaka kurdî ye. Can got: "Îqtidar tenê ne ji aliyekî, niha ji gelek aliyan ve êriş dike. Gelek daneyên vê dawiyê vê yekê nîşan didin. Em bi tunekirinekê re rû bi rû ne. Em dikarin ji vê re bibêjin, qirkirineke di ser zayendan re ye. Li Kurdistanê hemû jin nesîb ji vê digirin." 
 
ARMANC BÊNASNAMEKIRIN E
 
Can, destnîşan kir ku ji salên 1990'an ve li hemberî jinên kurd û zarokên kurd polîtîkayên şerê taybet bi awayekî zêde tên pêkanîn û got: "Li herêmê tenê ne dewlet, hemû komên ji aliyê dewletê ve piştgiriya wan tê kirin jî bi ser me de tên. Gava em lê mêze dikin em dibînin ku jin û zarok jî di nav de gelek derdorên civakê daxilî nav van polîtîkayên şerê taybet hatine kirin. AMûrên şerê taybet jî fuhûş, destdirêjî, tiryak, qirkirina çandî û taciz in. Sûcên ku mensûbên çeteyan û polîs, esker û cerdevan dikin tên kirin. Li Amedê bi taybetî bi awayekî bilez berbelavkirina tiryakê, li ber dibistanan û li hundirê polan berbelav kirina wê şerê taybet bi xwe ye. Her wiha jin daxilî nav fuhûşê tên kirin. Armanca vê bênasnamekirin û gihandina nifşekî apolîtîk bi xwe ye." 
 
TÊKOŞÎNA JINÊ HEDEF TÊ GIRTIN
 
Can, bilêv kir ku hedefên polîtîkayên şerê taybet jî wiha rêz kirin: "Berî her tiştî bi awayekî eşkere armanc tunekirina nasnameya kurdî ye. Paşê dixwazin têkoşîna jinê bi temamî têk bişikînin. Ji lew re jin, hêzeke mobîlîze ye di têkoşîna jinê de. Û ev hêza mobolîze her tim li ber dewlet û îqtidarê radibe. Ji salên 90'an girtina ev qas jinan, girtina navendên jinan hemû encama vê yekê ne." 
 
ZAROKÊN KURD
 
Can, destnîşan kir ku her wiha li hemberî zarokan jî destdirêjî û bikaranîna tiryakê zêde bûye û got: "Tenê li 6 navçeyên Amedê me xebera taciz û destdirêjiyê wergirt. Bi feraseta 'ger dilê te û tunekirina gelekî hebe, divê tu pêşî pêşeroja wî tune bikî û ji zarokan dest pê bikî' tevdigerin. Ev yek niha li tevahiya bajar û navçeyên wê heye. Bûyer hingî pir in, êdî her cara ku em dibihîsin xew bi çavê me nakeve. Mamosteyên li herêmê wijdanên van bajaran e. Ji lew re zarokên wan polan zarokên me ne. Lê mixabin niha em bi nifşekî ku tê xwestin bê tunekirin, bê ruh bên hiştin û ji bê asîmlekirin re rû bi rû tên hiştin." 
 
PARASTINA KIRYAR
 
Can, anî ziman ku polîtîkaya bêcezatiyê ji salên 90'an heya niha didome û got: "Heya ev pergal û feraset bidome, dê parastina kiryar jî bidome. Ji lew re kiryar baş dizanin ku dê ji ber tiştên ku dikin neyên cezakirin. Li devereke cezakirin tune be, mixabin dê jin û zarok her tim pêrgî her cure destdirêjiyê bên. Polîtîkaya bêcezatiyê jî dibe sedema ku ev sûc bilez zêde bibin. 15 zarok taciz kirine lê hê jî dixebite. Bi panzêrê zarok eciqandiye, lê tu ceza lê nehatiye birîn. Lewma yên din jî bi rihetî heman tiştî dikin." 
 
TIRSA ÎQTIDARÊ
 
Can, bal kişand ser darizandina aktivîstên jin jî û got: "Ji bo pergala xwe, îqtidara xwe rewa bikin van polîtîkayan pêk tînin. Niha tekane qada ku nikarin serî pê re derxin, têkoşîna jinê ye. Lewma ewilî hewl didin vê têkoşînê bişikînin. Îqtidar ji bo ku aktivîstên jin bitirsîne û bitepisîne cezayên giran li wan dibire. Herî dawî li Ayşe Gokkanê ku bi salan e ji bo jinan têdikoşe, 30 sal ceza birîn. Ji lew re îqtidar ji me ditirse û bila tim bitirse." 
 
TÊKOŞÎN Û RONAHÎ
 
Can, destnîşan kir ku êriş çi dibin bila bibin dê tu carî dev ji têkoşînê bernedin û di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Em ê tim li kuçe û kolanan bin, em ê tim li cem jin û zarokan bin, em ê tim dozên wan bişopînin. Em ê bedeng nebin û nehêlin kes bêdeng bibe. Em ê bi hev re ji vê tarîtiyê xelas bibin. Bi rastî jî ev pir girîng e. Ger em xwe xurt bikin û bi hev re tevbigerin, em tevahiya jinên Tirkiyeyê û herêmê em ê bi hev re bi ser bikevin. Em ê di pêş de kampanyayên nû yên ji bo teşhîrkirina polîtîkayên şerê taybet li dar bixin." 
 
MA / Eylem Akdag