Dayika aştiyê Emîne Koç: Ez yeqîn dikim, em ê bi ser bikevin

  • jin
  • 09:25 20 Mijdar 2021
  • |
img

MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Emîne Koç a 64 salî bîr û baweriya xwe ya ji bo têkoşînê bi van gotinan xulase dike: "Ez yeqîn dikim, em ê bi ser bikevin. Ez nebînim jî dê yên li pê me bibînin." 

Dayika Aştiyê Emîne Koç a 64 salî 22 sal in di nav Meclîsa Dayikên Aştiyê de û bi giştî zêdetirî 40 sal in têdikoşe û doza aştiyê dike. Koç, bîr û baweriya xwe ya ji bo têkoşînê bi van gotinan xulase dike: "Ez yeqîn dikim, em ê bi ser bikevin. Ez nebînim jî dê yên li pê me bibînin."
 
 
DENGÊ AŞTIYÊ LI KU BE EW LI WIR E
 
Koç ku li gundê Menderê yê Nisêbînê dijî, tevahiya jiyana wê têkoşîn e. Li ku derê çalakiyek hebe li wir e. Gava çalakiyek hebe şeveqê zû şiyar dibe û bi wesayîtê diçe. Wexta wesayît tune be heya Rêya Armûşê ya di ber sînorê Sûriyeyê re derbas dibe dimeşe û bi awayekî beriya her kesî xwe digihîne cihê çalakiyê. 
 
Koç bi gotina "Êdî bes e ji vî şerî re" dest bi çîroka jiyana xwe kir û got: "Heya dilopek xwîn jî di canê min de hebe ez ê di nav vê têkoşînê de bim. Em ê bi ser bikevin. Em ê deriyên zindanan vekin." 
 
Koç ku li Menderê hatiye dinê, anî ziman ku 9 xwişk û bira ne û ji xwişk û birayan ew tenê li gund maye. Koç, diyar kir ku ciwantiya wê li nav erdan û bi xwedîkirina heywanan derbas bûye. Koç ku zarokatiya wê li sînor derbas bûye, bilêv kir ku berê eskeran tim bera wan didan û ew jî ji ber wan direviyan, lê ya din a rojê cardin diçûn ber sînor. 
 
AŞTÎ
 
Koç ku 40 sal in di nav têkoşînê de ye got: "Li ku derê tiştek hebe ez li wir im. Heya ez sax bim jî ez ê biçim. Ma ji wan weye em ê tiştên hatien serê me ji bîr bikin. Radibin cenazeyên me dixin qutiyan û ji me re dişînin. Ji wan weye em ê van tiştan ji bîr bikin. Welehînê em tu tiştî jî ji bîr nakin. Heya ku hestiyên min bihêlin ez bimeşim, ez ê li pey vê dozê bim. Em dixwazin kes neyê kuştin û kes nemire. Em dayikên aştiyê ne. Çi dibe bila bibe em ê tim bitêêkoşin. Dayika Emîne (Şenyaşar) doza wekheviyê û aştiyê dike. Ez dixwazim aştî , wekhevî û azadî hebe. Bila deriyên girtîgehan bên vekirin." 
 
Koç, çalakiya Emîne Şenşayar û kurê wê Ferît Şenyaşar bibîr xist û got: "Mirin jî tê de be, girtin jî tê de be, em ê bitêkoşin. Ji xeynî vê tu çareyek me tune ye. Ji xeynî zilmê, heqaretê tu tiştî nakin. Ez dixwazimev pergala zordar û faşît birûxe." 
 
Koç, êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şingal, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê jî bibîr xistin û got: "Ez jî li dijî vana têdikoşim. Têkoşîna min ji bo aştiyê, ji bo kurdan, ji bo edaletê, ji bo wekheviyê ye. Ez edalet û wekheviyê dixwazim. Ez li dostanî, qenciyê digerim û ji têkoşînê hez dikim." 
 
Koç, destnîşan kir ku gava diçe çalakiyan xwe pir baş hîs dike û got: "Ez nabêjim westiyam. Ez tu carî nabêjim bes e. Gava ez bibêjim êdî bes e, ez vê ji faşîstan re dibêjim. Ji xayin û neqencan re dibêjim bes e. Gava diçim û têm ew zor ûz ehmtî nayên bîra min. Ez yeqîn dikim, em ê bi ser bikevin. Ez nebînim jî, dê yên li pê me bibînin. Dê aştî û azadî çêbibe. Dê deriyên girtîgehan jî vebin." 
 
MA / Ahmet Kanbal