Daneyên Wezareta Karên Hundir: 251 jin hatine kuştin

  • jin
  • 09:37 25 Mijdar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir, ji destpêka salê heta 15'ê mijdarê li Tirkiyeyê 251 jin hatine kuştin. 
 
Piştî ku Tirkiye xwe ji Peymana Stenbolê vekişand, tundiya li ser jinan jî zêde bû. Ev rewş xwe di daneyên Wezareta Karên Hundir de jî da der. Duh Navenda Koordînasyona Rewşên Lezgîn û Ewlehiyê (GAMER), bi awayekî onilne bi waliyên 81 bajaran re civîna şopandin û nirxandina tundiya li ser jinan li dar xist. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatê Derya Yanik jî tevlî vê civînê bûn. 
 
Suleyman Soylû, di civînê de daneyên wezareta xwe yên tundiya li ser jinan ên ji destpêka salê heta 15'ê mijdarê aşkera kir. Li gorî van daneyan li Tirkiyeyê heta 15'ê mijdarê 251 jin hatine kuştin.