Li Amedê di salekê de 965 jin bi tundiyê re rûbirû mane

  • jin
  • 16:03 25 Mijdar 2021
  • |
img
AMED - Li gorî rapora Tora Têkoşîna Tundiyê ya Amedê di salekê de 11 jin hatin kuştin û 965 jin bi tundiyê re rûbirû mane û 6 jinan jî ber bi xwekuştinê ve birin. 
 
Tora Têkoşîna Tundiyê ya Amedê bi wesîleya 25’ê Mijdarê rapora salekê ya tundiya li ser jinan eşkere kir. Torê li avahiya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ya Şaxa Amedê civîn li dar xist û gelek jin beşdar bûn. Ji Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Cansel Talay metna raporê xwend û ji Navenda Mafê Jinan Songul Argunaga jî daneyên raporê eşkere kir.
 
Talay diyar kir ku di salek dawî de li Amedê 11 jin di encama tundiya zilaman de hatine kuştin û tundiya li ser penaber û LGBT+ zêde bûye. 
 
DANEYÊN TUNDIYÊ
 
Songul Argunaga jî daneyên raporê yên di navbera 26’ê cotmeha 2020’an û ve 15’ê cotmeha 2021’an de ku berhev kirine parve kir. Li gorî raporê di salekê de 11 jin hatine kuştin û 965 jin bi tundiyê re rûbirû mane û rêya xwekuştinê dan ber 6 jinan.