Ji bo Çewlîgê hişyariya erdhejê 2024-07-27 10:45:20   ENQERE - Pisporê erdhejê Prof. Dr. Nacî Gorur, li ser erdheja duh çêbû ev hişyarî kir: “Tê payîn ku di navbera Erzîncan û Karliovayê de bi ser pileya 7’an dê erdhej çêbibe.”   Pisporê erdhejê Prof. Dr. Nacî Gorur, erdheja bi pileya 4.2 duh li navçeya Kanîreş a girêdayî Çewligê pêk hat şirove kir. Gorur ê tev li bernameyeke televizyonê bû bi gotina “dilopa dawî” hişyariya erdhejeke bi ser pileya 7’an kir.    Gorur, anî ziman ku ji ber xetên Fayê yên Rojhilatê Anatoliyayê û Faya Bakurê Anatoliyayê “bêhna mirov teng dibe”. Gorur da zanîn ku Kanîreş di noxteyeke ku her 2 xetên fayê digihine hev e û ev hişyarî kir: “Tê payîn ku di navbera Erzîncan û Karliovayê de bi ser pileya 7’an dê erdhej çêbibe.”