Ji ber gerandina ‘govendê’ ceza dan girtiyan 2024-09-04 16:32:26   ÊLIH - Bi hinceta ku fîtik avêtine, çêpik lêxistine û govend gerandine, li 15 girtiyên Girtîgeha Tîpa M a Êlihê cezayê hucreyê yê 15 rojan hate birîn.    Li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê li 15 girtiyan bi hinceta ku fîtik avêtine û li ber çepikan govend gerandine, bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” 15 roj cezayê hucreyê hate birîn. Di biryara cezayê de tespîtên weke “Govend gerandine”, “Fîtik avêtine” û “Piştî govendê li çepikan xistine” hatin kirin.    Girtiyên cezayê hucreyê lê hatiye birîn Îbrahîm Bîçecek, Erdal Dogan, Îshan Kaya, Kasim Daşçi, Mehmet Emîn Ozer, Nûrettîn Dayan, Mehmet Emîn Çam, Mûrat Gungur, Ahmet Erol, Mehmet Şîrîn Arî, Saît Ozer, Şehmûs Sevdînoglû, Cengîz Elçî, Abdulkerîm Erdogan ve Dildar Sol li dijî cezayê parastina xwe bi nivîskî kirin. Girtiyan got ku raste ku govend gerandine, li ber stranên herêmî govend gerandine, gelek caran li baxçeyê jî li ber stranên herêmî govend gerandine û di dawiya govendê de jî bi awayekî xwezayî li çepikan xistine.    Lijneya Disiplînê ya Rêveberiya Girtîgehê piştî parastinê biryar da. Lijneyê got ku gerandina govendê di qeydên kamerayan de jî heye û îdia kir ku girtî ji bo xwe xelas bikin îfade dane. Di hinceta biryarê de hat gotin ku girtî ji “endamtiya PKK’ê hatine girtin”, girtiyan stranên bi kurdî yên sempatiya li hemberî “PKK’ê” zêde dikin striyane û îdiaya “Propagandaya PKK’ê kirine” kir. Di berdewama biryarê de govend û stran weke “sûc” hate nîşandan û wiha hat gotin: “Heke ceza neyê dayin dê ev yek ji bo girtiyên din jî bibe mînakeke nebaş. Lewma biryar hat dayin ku cezayê disiplînê lê were birîn.”    XIST ROJEVA MECLISÊ   Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu jî cezayê disiplînê yê li girtiyan hatiye birin xist rojeva Meclisê û bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bibersivîne pêşnûmepirs pêşkeşî Meclisê kir.