19 meh in ji bo xizmên xwe yên winda têkoşîna edaletê dide 2024-09-11 09:07:02 STENBOL - Ji Platforma Malbatên li Pey Edaletê parêzer Eren Can ê ji bo dayik û bavê xwe yê di erdhejê de jiyana xwe ji deste dane, têkoşîna edaletê dide, bertek nîşanî 19 meh in amade nekirina îdianameyê û ropora pispor da.  Bi ser erdhejên 6’ê Sibatê yên navenda wan Mereş bû, 19 meh derbas bûn. Li gorî daxuyaniyê fermî 53 hezar û 527 kes jiyana xwe ji dest dan. Lê belê dema yên kû bêyî qeydkirin hatine veşartin, winda û yên malbatên wan nehatine dîtin, berçav tên ragirtin, tê payîn ku ev hejmar gelek zêdetir jî be. Di erdhejê de yek ji bajarên herî zêde bandor bûye Hatayê, herî kêm 80 hezar û 323 avahî hilweşiyan û xesar dîtin. Lê belê tevî ku gelek dem bi ser bûyerê derbas bû jî derbarê kesên di van hilweşîna avahiyan de berpirsyariya wan hene de, tu lêpirsînên bibandor nehatin meşandin.     Mexdûrên erdhejê bi mehan e ji bo xizmên xwe yên di erdehejê de jiyana xwe ji dest dane, têkoşîna edaletê didin meşandin. Ji Platforma Malbatên li Pey Edaletê parêzer Eren Can ê dayik û bavê xwe di erdhejê de jiyana xwe ji deste dane, yek ji van kesan e. Can ê li Stenbolê dijî derbarê têkoşîna xwe ya edaletê didomînin de axivî.    ‘XEBATA LÊGERÎN Û XELASKIRINÊ NEBÛ’   Can diyar kir ew di nava 24 saetan de xwe gihandine xirabeya ku dê û bavê wî di bin de maye û anî ziman ku ew li bajar li tu cihan rastî xebata lêgerîn û xelaskirinê nehatiye. Can bi bîr xist ku gel tenê û bêçareserî hatibû hiştin û wiha got: “Em neçar man ku bêyî alav û amûr, di bin xirabeyên cuda de me mirov derxistin. Jixwe şebekeya telefonan tune bû. Bi tengkirina bandê re me kanalên ragihandinê jî winda kirin. Tu caran me nekarî xwe bigihînin tîmên AFAD’ê.    19 MEH IN TÊKOŞÎNA EDALETÊ DIDE   Can da zanîn ku ew ji roja erdhej çêbûye heya niha têkoşîna edaletê dide û bi bîr xist ku wekî ku mudaxile li darizandinên erdhejê hatiye kirin rewşek heye. Can diyar kir ku hemû raporên pisporan ji Zanîngeha Teknîkê ya Karadenîzê hatine amadekirin û bilêv kir ku ev yek jî vê gumanê xurt dike û wiha pirsî: “Ma qey li Tirkiyeyê beşa endezyariya înşeatê nîn e ku hemû rapor, wekî ku hatine xwestin, ji yek zanîngehê hatin dayîn?”   ‘EM NEÇAR IN TÊBIKOŞIN’   Can bi bîr xist ku di dozên têkildarî hilweşîna apartmanên Fûrkan û Ezgîyê de raporên ku hatine amadekirin, bersûc bêyî kisûr hatin dîtin. Can bi bîr xist ku mutehidê Sîteya Palmiyeyê Alî Babaoglû ku sîte di erdheja Mereşê de hilweşiya û 150 kes tê de jiyana xwe ji dest dan, dema çû li noterê nehat girtin û axaftina xwe wiha domand: “Desthilata Tirkiyeyê demekî aboriyê bi ser aboriya înşeatan bi rê ve bir. Hemû kesên di demên dawî de mutehîdî kirine, kesên ku têkiliya wan bi desthilatê re hene ne. Ev kesên ku dewlemend bûne, hem di hêla siyasî de hem jî di hêla aborî de bandora wan heye. Tevî ku derbarê mutehidê xaniyên EmlakBankê Mehmet Ozat de biryara girtinê heye, li derve serbest digere. Dema ku mexdûrên erdhejê ew nas kirin, hate girtin. Ev yek jî nişan dide ku em neçar in ku têkoşîna edaletê bidin.”    ‘DESTÛRÊ NADIN HIN DOSYEYAN’   Can bi bîr xist ku dewlet personelê xwe diparêze û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo darizandina personelên raya giştî, destûra walîtiyê hewce ye û got ku rayedar van pêvajoyan jî gelek dirêj kirin. Ji bo kêm dosyeyan, destûr hate dayîn û dosyeyên ku destûr nehatine dayîn jî hene. Ji bo dosyeyên destûr nehatine dayîn, serdanên dadgeha îdarî didomin. Hêj jî gelek dosye hene ku bersiva wan nehatiye dayîn. Bi zanebûn van pêvajoyan dirêj dikin ku di vê hêlê de dixwazin zexta raya giştî û hêza têkoşîna mirovan lewaz bikin. Sûcdar jî vê demê sûd digirin.”    ‘RAPORA PISPOR NÎN E, ÎDIANAME NÎN E’   Can bi bîr xist ku mexdûrên erdhejê li şûna ku bikevin xema êşên xwe, neçarê domandina têkoşîna edaletê mane, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em li sala nû ya edlî dinêrin, em dibînin ku gelek doz nehatine vekirin, îdianame nehatine amadekirin, pirsgirêkên sereke yên bajar nehatine çareserkirin. Ez bi ser xaniyê me mînak bidim; tevî ku 19 meh bi ser derbas bûne hêj rapora pispor nehatiye, îfadeya tu bersûcan nehatiye girtin, îdianameyek nehatiye amadekirin. Darizandinekî ku pêş nakeve heye. Li Antakyaya ku di navenda bajar de gelek avahî hilweşiyane de rewş wiha ye. Rewşekî bêcehiştinê ya bizanebûn heye.”   ‘EM Ê JI BO BERPIRSYAR WERIN DARIZANDIN TÊBIKOŞIN’     Can di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku malbatên di bin banê platformê de hatine cem hev hem ji hev re êşên xwe parve dikin hem jî têkoşîna edaletê didin wiha derbirî: “Em ji sempozyûmê heye têkoşîna hiqûqî; ji daxuyaniya çapemeniyê heya weşanên têgînî, di gelek kanalan de têdikoşin. Em ê ji bo erdhej neyê jibîrkirin, ji bo serê dozên erdhejê neyên girtin, berpirs û rayedarên raya giştî werin darizanin dê têbikoşin.”   MA / Yeşîm Tukel