Çima dosyaya kuştina qeymeqam Safîturk 7 sal in nayê vekirin? 2024-09-12 09:41:51   MÊRDÎN - Qeymeqam Muhammed Fatîh Safîturk 7 sal berê hatibû kuştin, biryara “nepeniyê” ya li ser dosyayê hêj didome û ji dozê tenê Şerîf Mesûtoglû girtî ye. Bavê Mesûtoglû, Mesût Çelîk têkildarî mijarê got: “Ev dosyaye çima nayê vekirin? Em dixwazin daxwaza jinûvedarizandinê ya kurê min bê qebûlkirin.”    Qeymeqam Muhammed Fatîh Safîturk di sala 2016’an de weke qeyûm li Şaredariya Dêrikê ya Mêrdînê hate tayinkirin û di 10’ê mijdara 2016’an de jî bi teqandina bombeyeke ya di odeya wî de jiyana xwe ji dest da. Piştî êrişa bombeyî 70 kes hatin binçavkirin û ji van 15 jê hatin girtin. Doz, li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat lidarxistin û 14 kesan beraet kir. Di dosyayê de ji bo Şerîf Mesûtoglû 2 caran cezayê muebbeta giran û 28 sal cezayê hefsê hate dayin. Cezayê Mesûtoglû jî ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Mesûtoglû yê girtî, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da û xwest jinûve were darizandin.    ŞOPA TILIYÊ Û ÎFADE JINEDÎTÎ VE HAT    Di dosyayê de beriya niha şopên tiliyê yên heyî nedabûn berhev û di 2’yê kanûnê de derket holê ku şopên tiliyê yên di dosyayê de aydê kesê bi navê Î.K. ne. Tevî vê jî rapora ji hêla emniyetê ve hatiye amadekirin, du sal û nîv piştre ji hêla dozger ve hate şandin. Dema doza li Dadgeha Bilind di pêvajoya lêkolînê de dosya gihişt ber destê Dadgeha Bilind lê Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind rapora pisporan paşguh kir. Safîturk piştî kuştina xwe biribûn nexweşxaneyên dewletê yên Dêrik û Qoserê û bijîşkan gotibû; “Birîna wî ne birîneke rê li ber mirinê vedike ye.” Ev îfadeye jî di demên piştre de ketin nav dosyayê. Mesûtoglû, da zanîn ku piştî biryara derheqê wî de gelek delîlên nû ketine nav dosyayê, rapora pisporan hatiye paşguhkirin û xwest jinûve were darizandin.    7 SAL IN ‘BIRYARA NEPENIYÊ’ DIDOME   Di heman demê de Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê jî têkildarî mirina Safîturk de bi lêpirsîna hejmar 2017/2209’ê re dosyayeke nû vekir. Polîs û xebatkarên saziyên dewletê jî di nav de bi dehan kes di dosyayê de hebûn. Tevî ku bi ser re 7 sal derbasbûne jî hêjta biryara “nepeniyê” nehatiye rakirin. Lêpirsîn bi awayekî veşarî tê domandin û derheqê 9 kesan de biryara “neşopandinê” hate dayin. Derheqê gelek kesan de biryara girtinê hate dayin. Di dosyayê de kesên AKP’î jî di nav de îfadeyên gelek kesan hatin girtin. Heta niha jî ne Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ne jî Wezareta Karên Hundir derheqê dosyayê de tu daxuyanî nedane. Di doza kuştina Safîturk de tenê Mesûtoglû girtî ye. Şandina dosyayê ya ji Mesûtoglû re jî bi hinceta “biryara nepeniyê” hate redkirin.    SERÎ LI ÎHD, OHD Û BAROYAN DA   Piştî daxwaza jinûvedarizandinê ya Mesûtoglû, malbata wî kete nava liv û tevgerê. Di vê çarçoveyê de serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komîsyonên Mafên Mirovan ên baroyên Mêrdîn û Amedê dan.    ‘ÇIMA HETA NIHA NEHATE VEKIRIN?’   Bavê Mesûtoglû, Mesût Çelîk got ku di roja bûyerê de delîl hatine tunekirin û wiha got: “Heta komên lêkolînkirina cihê bûyerê ji Mêrdînê hatin, cihê bûyerê hate şûştin û delîl hatin tunekirin. Tu kesî lêkolîna vê rewşê nekir. Haya îstîxbarata emniyet û cendirmeyan jî ji vê rewşê heye. Heta Wezîrê Dadê yê berê Abdulhamît Gul her kitekitên vê bûyerê dizane.”    ‘DIVÊ EDALET PÊK BÊ’   Çelîk, pirsa “Dosyaya lêpirsînê ya hejmar 2017/2209 çima heta niha nehatiye vekirin?” kir û axaftina xwe wiha qedand: “Li gorî agahiyên hatin ber destê me, di dosyaya behsa xeberê de gelek delîl hene. Dema ew dosya hate vekirin, wisa bawerim ku dê gelek tişt derkevin holê. Bi zanebûn delîlên rast naxin nav dosyayê. Li gorî me her tiştên tên veşartin di dosyaya hejmar 2017/2209’ê de ne. Lewma em dixwazin daxwaza jinûvedarizandinê ya kurê min were qebûlkirin. Werin em bi hev re ji bo edaletê dest bidin hev û edaletê pêk bînin.”    MA /Ahmet Kanbal