Binçavkiriyên lêpirsîna Guranê sewqî edliyeyê hatin kirin 2024-09-12 09:52:35 AMED - Hin kesên ji ber lêpirsîna Narîn Guranê hatine binçavkirin, sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin.  Cenazeyê zaroka 8 salî Narîn Guranê ya li taxa Çûlî ya navçeya Rezana Amedê dijiya, 19 roj şun de 2 kîlometre dûrî li taxê, di nav ava Çemê Sermî de hate dîtin. Hin kesên ji ber lêpirsînê hatine binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin.    Têkildarî qetilkirina Narîn Guranê dê, bav, 2 bira, 3 mam bi giştî 22 kes hatin binçavkirin. Kesên ku karûbarên wan ê îfadeyê li Fermandariya Cendirmeyan bi dawî bûne, sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin.    Tê payîn ku dê îfadeyên besûcan, îro di nava rojê de ji hêla dozgeriyê ve werin girtin.