Emîne Şenyaşar xwest kurê wê yê girtî were berdan 2024-09-12 16:01:34 ENQERE - Emîne Şenyaşar a li Meclisê çalakiya xwe didomîne, xwest kurê wê yê girtî Fadil Şenyaşar were berdan.  Emîne Şenyaşar a di 14’ê hezîrana 2018’an de du kurên wê û hevjînê wê ji hêla parastvan û xizmên Parlamenterê AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatiye qetilkirin û kurekê wê hatiye girtin di roja 22’yemîn de çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê domand.    Şenyaşar di çalakiya xwe de dovîza li ser “Edalet” dinivîsand hilgirt. Şenyaşar destnîşan kir ku yên malbata wê qetil kirine, li derve serbest digerin û banga berdana kurê xwe dubare kir.