Li Şirnexê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes bi giranî birîndar bûn 2024-09-12 16:02:27   ŞIRNEX - Wesayîta ku leşkerekî diajot û teqsiyekê li ser rêya bêjahiyê ya Şirnex û Cizîrê li hev dan. Di qezayê de ajokarên wesayîtan bi giranî birîndar bûn.    Li herêma gundê Avgamasya di 10’emîn kîlometreya rêya bêjahiyê ya Şirnex û Cizîrê de qezaya trafîkê çêbû. Pîkap a ku pîlaqeya wê nehate zanîn û di hundirê wê de personelên leşkerî hebûn û teqsiya tîcarî ya bi pîlaqeya 73 T 0012 li hev qelibîn. Di encama qezayê de ajokarên wesayîtan Mert Demîrtaş û Hayrettîn Yakûpoglû bi giranî birîndar bûn.    Piştî mudaxileya ewil a tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.    Hate zanîn ku rewşa kesên di qezayê de birîndar bûne girane û têkildarî qezayê lêpirsîn hatiye destpêkirin.