Protestoyên 12'ê Îlonê: Feraseta derbekar bi rejîma yekperest didome 2024-09-12 16:26:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 44’emîn salvegera Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê, li gelek bajaran daxuyanî hatin dayin û hat gotin ku rejîma yekperest a 12’ê Îlonê hêj didome.  Bi boneya 44’emîn salvegera Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê, li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê daxuyanî hatin dayin. Daxuyanî, bi pêşengtiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Hewldana 78’an hatin dayin û hat gotin ku sepanên 12’ê Îlonê hêj berdewam in.    STENBOL   Tevgera 78’an li Hevrazê Kazanci ya Meydana Taksîmê ya Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “12’ê Îlonê bi rejîma yekperest re didome” hate hilgirtin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, ji Dayikên Şemiyê Hanîfe Yildiz, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Stenbolê, nûnerên saziyan û gelek welatî tev li bûn.    Daxuyanî, ji Tevgera 78’an ji hêla Yunus Bîrcan ve hate xwendin.    Bîrcan, got ku bi ser Derbeya 12’ê Îlonê re 44 sal derbas bûn lê sepanên wê hêj di meriyetê de ne. Bîrcan, wiha domand: “Helwesteke siyasî ya ku Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê jî di pratîkê de nas nake li holê heye. Bi ‘Ruhê dewletê’ û pratîka derbekar didome. Bi partiyên siyasî, benda hilbijartinê, YOK, RTÛK û qanûnên sendîkayan didome. 44 sal in ev welêt bi qanûnên derbeyê û rêziknameyên wê tê birêvebirin. Bi taybet jî di nava 15 salên dawî de rewşa vî welatî giran bû û ji hêla zîhniyeteke ku qeydên wan bi xwe danîn nas nake, yekperest, bi ruhekî takekesî tevdigere û ji bilî xwe û derdora xwe nas nake, pragmatîk ve tê birêvebirin.”    ‘12’Ê ÎLON HATE MAYINDEKIRIN’   Bi domdarî Bîrcan bi bîr xist ku ji 1983’yan heta salên 2000’î “hikûmetên sivîl” îktîdar bi rejîma derbekaran re parve kiriye û wiha pê de çû: “Li dijî pêla tundiya fermî ya li dijî hemû derdorên civakî, bi taybet jî muxalefeta civakî ya li rojava xetereke berxwedan û piştevaniyê ava nekir lewma modêleke civakî yê îtaetkar û tepisî derket holê. Rêxistiniyên nû yên ji hev parçebûyî yên derdorên muxalîf hewl didin pêş bixin jî rastî tundiya bêperwa û tuneker hat. Îktîdarên sivîl, li dijî leşkeran îtîraz nekirin ku li ser MGK’ê bûn şirîkên hikûmetê û vê jî kir ku rejîma 12’ê Îlonê mayinde bibe.”    ‘HESAB JI 12’Ê ÎLONÊ NEHAT PIRSÎN Û VÊ JÎ BI XWE RE 15’Ê TÎRMEHÊ ANÎ’    Bîrcan, diyar kir ku Tirkiyeyê nekarî îradeya hevrûbûna bi derbekarên 12’ê Îlonê raber bike lewma 12’ê Îlonê hêj zindî ye. Bîrcan, wiha pê de çû: “Ji ber ku Tirkiyeyê hesab ji derbeya 12’ê Îlonê nepirsî, hewldana derbeyê ya 15’ê Tîrmehê pêk hat. Vê jî bi xwe re avakirina rejîma yekperest a weke ‘lutfa xwedê’ pênase dikir hêsantir kir. Rejîma yekperest a tirk li ser bingeha rejîma 12’ê Îlonê ya siyasî-leşkerî û derhiqûqî pêş ket. Muxalefeta siyasî ya fermî ev 44 sal in bi taybet jî di nava 15 salên dawî de li gorî qeydên siyaseta derbeya yekperest muxalefeteke ‘berpirsyart’ dike.”   ‘AŞTÎ XWE FERZ DIKE’   Bîrcan, bal kişand ser polîtîkayên şer û şerê bi dehan salaye didome û wiha got: “Di rewşa heyî de şer û pevçûnan rê li ber dabeşbûna civakê, xizanî, tirs û fikarê vekir. Ev yek veguheriye rêbaza siyaseta îktîdarê. Tevî ‘rejîma yekperest’ a bi rejîma 12’ê Îlonê re bûye yek jî divê hevrûbûnek çêbibe. Di dawiya dawî de aştî xwe ferz dike.”   Daxuyanî bi dirûşma “Dê roj were dewran biguhere, derbekar dê hesabê bidin vî gelî” bi dawî bû.    COLEMÊRG   Şaxa ÎHD’a Colemêrgê jî li navçeya Geverê daxuyanî da. Gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyan tev li bûn. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz di daxuyaniyê de bi bîr xist ku Derbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê di serdemeke ku pirsgirêka kurd weke rojeveke polîtîk ketiye rojevê hatiye kirin. Çapraz, anî ziman ku îktîdara AKP’ê ku pesnê xwe bi dijberiya xwe ya derbeya 12’ê Îlonê re dide, ji derbeyê hesab nepirsî û bi heman qanûn welêt birêve bir.    ÊLIH   Hewldana 78’an li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê ya Êlihê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “12’ê Îlon bi rejîma yekperest didome” hate hilgirtin. Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mesût Tekîk di daxuyaniyê de anî ziman ku heman sepanên 12’ê Îlonê îro jî di meriyetê de ne. Endamê Hewldana 78’an Osman Okan jî anî ziman ku welêt ev 44 sal in bi qanûnên 12’ê Îlonê tê birêvebirin.    ENQERE   Endamên Tevgera 78’an ên Enqereyê jî li Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyanî dan. Endama Tevgera 78’an a Enqereyê Bagdagul Avci, got ku Tirkiye 44 sal in bi qanûn û rêziknameyên derbeyê ve tê birêvebirin. Avci, bilêv kir ku ji damezirandina komarê heta niha helwesta îktîdaran a li dijî têkoşîna hemwelatiya wekhev a kurdan neguheriye. Avci, got ku encama lihevkirina îktîdarên siyasî ya bi 12’ê Îlonê re bi xwe re avakirina rejîmeke yekperest a Erdogan anî.