Di lêkolîna biyolojîk a Narînê de DNA’yek cuda nehat dîtin 2024-09-12 20:56:20   AMED - Di çarçoveya lêpirsîna Narîn Guranê de, di rapora lêkolînê ya biyolojîk ya ATK’a Amedê derxistiye de,  hat diyarkirin ku ji ber cesedê narîn Guranê di bin avê de maye, daneyeke aydê kesê sêyemîn nehatiye dîtin.   Cenazeyê Narîn Guran a 8 salî ya di 21'ê Tebaxê de li taxa Çûlî ya navçeya Rezan a Amedê winda bû, di 8'ê Îlonê de li Çemê Egertutmaz  ê bi qasî 2 kîlometreyan dûrî taxê ye hat dîtin. Piştî vê nav de dê, bav, du bira û sê ap jî hebûn 22 kes hatibûn binçavkirin û piştî îfadeyên li cendermeyê saetên sibehê de sewqê edliyeya Amedê hat kirin.   Lêpirsînên edliyeyê hatin temakirin û tê payîn 22 kes sewqî Dadgeriya Cezaya Sulh a Nobedar bê kirin.   Her wiha encamên lêkolînê ya biyolojîk yên Saziya Tipa Edlî (STK) ya Amedê piştî ku cenaze hatibû dîtin kiribûn jî derketin. Li gorî van encaman hat diyarkirin ku ji ber cenaze bi rojan di bin navê de maye DNA’yek din nehatiye dîtin. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren der barê mijarê de axivî û da zanîn ku ev raor ne der barê sedema mirina Narînê de ye û got: “Der barê mînakên DNA’yê de  bû. Lê cesed ji ber bi rojan di bin avê de maye dane nehatin dîtin.  Raora der barê sedema kirinê hîna ji ATK’a Stenbolê nehatiye.”