ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2024'AN 2024-09-13 09:00:12   * Li herêma Bestayê ev 3 sal in bi destê cerdevanan dar tên birîn. Darên bi sedsalî yên hatin birîn, careke din ser koka xwe şîn bûn. Li hêla din cerdevanan li herêma Biryan a Cilênimêjayê dest bi birîna daran kirin.    * Li navçeya Hênê mexdûrên erdhejê yên di prefabrîkan de dimînin, diyar kirin ku ji wan tê xwestin ku ji van malên prefabrîk bên derxistin û gotin: "Cihekî ku em pê de biçin tune ye."    * Ji endamên koma Demîr Lebleblî Yasemîn Demîr ku di dema çalakiyên ji bo Narîn Guranê de hat binçavkirin, got: "Dîmenên hevalên me yên kincên wan ji wan hat kirin, bi telefonên şexsî yên polîsên mêr hatin kişandin. Dîmenên der barê tundiya polîsan de jî bi darê zorê hatin jêbirin."    * Hevseroka Meclisa Gel a Kampa Mexmûrê Filîz Bûdak ku bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Mexmûrê da, got: "Gelê me 30 sal in têdikoşe û li ber xwe dide. Di têkoşînê de bi israr e. Çi dibe bila bibe wê berxwedana xwe bidomîne."    * Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalan ku tecrîda li Îmraliyê nirxand, îşaret bi hewldanên çareseriyê yên Abdullah Ocalan kir û got: "Muxatabê herî watedar ê pirsgirêka sedsalî Ocalan e."    * Rojnameger Argeş Şengalî “Mutebeqeta ewlehiyê” ya di navbera Enqere-Bexdayê de hatiye mohrkirin nirxand û wiha got: “Êrişên heyî li ser tevahiya herêmê gefeke mezin e.”   * Akademîsyen Meryem Negîn diyar kir ku çalakiyên “Jin jiyana azadî” çalakiya ewil bû ku li cîhanê belav bû û got: “Ocalan ji bo dîroka jinan ronî bike, agir vêxist. Jinên li Îranê jî vî agirî geş û gur kirin.”    * Parêzer Ercan diyar kir ku ya girîng ne ew e ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan bigire rojeva xwe û wiha got: “Ya girîng, biryara tê dayin e. Gavavêtina li gorî biryara DMME’yê dê bandoreke erênî li têkoşîna demokrasî û aştiyê ya Tirkiyeyê bike.”   * Konferansa Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya “Em ji bo jiyana azad û wekhev bi israr in, xwe birêxistin dikin” dê di roja duyemîn de bidome. (09.30)   * Rêxistinên civaka sivîl dê beriya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku dê biryara “binpêkirinê” ya derheqê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de were nirxandin, dê li navenda giştî ya ÎHD’ê daxuyaniyê bidin. (12.30)   * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Meclisê dê di roja 23’yan de bidome. (13.00-17.00)