‘Gelê Mexmûrê ne xiyanetê ne jî teslîmiyetê qebûl nake' 2024-09-13 09:18:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê Filîz Bûdak ku bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Mexmûrê da, got: "Gelê me 30 sal in têdikoşe û li ber xwe dide. Di têkoşînê de bi israr e. Çi dibe bila bibe wê berxwedana xwe bidomîne."  Di 10'ê Îlonê de Tirkiyeyê êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê kir ku di nav sînorên parêzgeha Mûsilê de ye. Di êrişê de ku bi Balafira Bêmirov a Çekdarî hat kirin, yek jê giran 3 jin birîndar bûn. Hêjayî gotinê ye ku êriş ema ku şandeya Iraq û Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo tespîtkirina nasnameyan serdana kampê dikirin hat kirin.    Tirkiye, ji 18'ê Tîrmeha 2019'an vir ve 13 êrişên hewayî li dijî kampê pêk anîne. Di van êrişan de 10 kes mirin û herî kêm 12 kes jî birîndar bûn.   Hevseroka Meclisa Gel a Wargeha Penaberan a Mexmûrê Filîz Bûdakê bertek nîşanî êrişên hewayî yên Tirkiyeyê dan û got ku ew ê li hemberî tu êrişan serî netewînin.   ‘DIXWAZIN GELÊ KURD TUNE BIKIN'   Bûdakê bal kişand ser êrişên topyekûn ên Tirkiyeyê yên li dijî xaka Herêma Kurdistana Federe û got: “Êrişên li ser Qadên Parastina Medyayê, Şengal, Rojava û Wargeha Mexmûrê jî girêdayî vê yekê ne. Hem êrişên li Silêmaniyê cuda tên kirin û hem jî êrişên li dijî Mexmûrê ji yek navendê tên kirin. Ev êriş di çarçoveya konsepta tunekirina gelê kurd de tên kirin. Ji sala 2017’an û vir ve ji aliyê Tirkiyeyê ve êrişên hewayî yên li ser Mexmûrê tên kirin. Bi van êrişan dixwazin welatiyên li kampê dijîn bitirsînin û teslîm bigirin. Ji bilî êrişên çekdarî, êrişên wekî ambargo, bi tlan dorpêçkirina kampê, destdanîna ser pez û milkên xelkê dikin. Dixwazin gel bi birçîbûnê re rû bi rû bihêlin. Tevî van êrişên ku Tirkiye li gel PDK’ê pêk tîne jî gel teslîm nebû û ji têkoşîna xwe paşve gav neavêt."   ‘LI MEXMÛRÊ CIVAKEKE EXLAQÎ Û POLÎTÎK HAT AFIRANDIN'   Bûdakê anî ziman ku yek ji sedemên êrişa li dijî kampê jî ew e ku gelê kurd bi paradîgmaya xwe xwe bi rê ve dibe û got: “Ji bo vê jî bi êrişên hewayî dixwazin kampê ji hev belav bikin. Ji ber ku Mexmûr bi pergaleke ku têra xwe dike û bi paradîgmaya neteweya demokratîk tê birêvebirin.  Kurdên bêpergal bi paradîgmaya neteweya demokratîk modeleke ku ji gelên cîhanê re bibe rizgarî ava kirin. Mexmûr pêşengiya vê pergalê ye. Ji sala 2005’an ve gelên li Mexmûrê dijîn bi rêya komun û meclisan xwe bi rê ve dibin. Bi modela xwe ya aborî pergaleke xweser ava kir. Tirkiye jî dixwaze vê ji holê rake."   Bûdak got: “Ev kamp piştî ku zêdetirî 2 hezar û 500 gundên Bakurê Kurdistanê hatin şewitandin, hat avakirin. Ev der cihê welatiyên ku bi zorê ji gundan hatine derxistin bi xwe ye. Tirkiye xiyanet li gelê kurd ferz kir. Lê ji ber ku gelê me vê qebûl nekir, penaber bû û hat vir û Mexmûrê ava kir. Tirkiye jî ji bo ku gel teslîm bibe, 'an hûn ê xiyanetê li gelê xwe bikin an ez ê we bikujim” li wan ferz dike. Gelê Mexmûrê 30 sal in li dijî van li ber xwe dide. Ne nasnameya xwe înkar dike û ne jî xiyanetê li gelê xwe dike. Her roj têkoşîna xwe mezin dike. Pergala xwe ava kir. Zimanê xwe pêş dixe. Civakeke exlaqî û polîtîk afirand."   ‘NY Û IRAQ BÊDENG IN'   Bûdakê bal kişand ku kamp di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî (NY) û di nav sînorên Iraqê de ye û got: “Bertekên Iraq û Neteweyên Yekbûyî yên li hemberî van êrişên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên kirin, tune ye. Carinan dema ku êriş tên kirin, tên li cihê ku êrîş lê hatine kirin keşfê dikin. Carinan bi derkirina dengekî qels bertek nîşan didin. Tişta sereke ya ku divê Iraq û Neteweyên Yekbûyî bikin ew e ku qada hewayî ya Iraqê ji Tirkiyeyê re bê girtin. Ewlehiya gel a li vir aîdî Neteweyên Yekbûyî ye. Diviyabû Neteweyên Yekbûyî li dijî êrişên Tirkiyeyê midaxale bikira. NY li hember êrişên li ser kampê heta niha bêdeng maye."    ‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'     Bûdak diyar kir ku helwesta gel a li hemberî êrişan diyar e û got: “Gelê me 30 sal in têdikoşe û li ber xwe dide. Di têkoşîna xwe de bi israr e. Çi dibe bila bibe wê berxwedana xwe bidomîne. Ev êrişên ku bi armanca belavkirina kampê pêk tên wê negihêjin armanca xwe. Jin, zarok û her kes bertekên xwe nîşan didin. Piştî êrişa dawî li kampê meşeke girseyî pêk hat. Gelê me got ku ewê tu carî teslîmiyet û xiyanetê qebûl nekin. Wekî kamp em li hemberî tu êrişan serî natewînin."   MA / Omer Akin